Önder Beyter
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Siyasetmedarê reformîst ê îranî Ebdullah Remezanzade xwepêşandêr wekî "ciwanên gel" bi nav kir.
Ebdullah Remezanzade di serdema Serokomarê berê Mihemed Xatemiyê ku wekî serokê reformîstan dihat naskirin da peywira berdevkiya hikûmetê bi cih anîbû. Remezanzade li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Twitterê der heqê protestoyên li wî welatî da daxuyaniyek belav kir.
Remezanzade di daxuyaniya xwe da wiha got:
"Hûn çima tewşo mewşo qise dikin? Ka dijmin li ku ye? Ev, ciwanên gel in ku ji ber bêkarî, bêhêvî, gumana ji siberojê û xizaniya li welat kerixî ne."
Li bajarê Meşhedê di 28ê berfanbarê da bêyî bangewaziya partiyeke siyasî, komek jixweberê civiyabû û dest bi protestokirina şert û mercên aboriyê kiribû. Dû ra vê xwepêşandanê dirûvê protestoyên dijî rejimê wergirtibû û belayî gelek bajarên mîna Tehran, Kirmanşah, Senendec, Zencan, Şîraz, Qûm, Ehwaz, Zahidan, Erak, Xurem Abadê bûbû.
Hat ragihandin ku li seranserê wî welatî di xwepêşandanan da herî kêm 23 kesî jiyana xwe ji dest da û herwiha ji hezarî zêdetir xwepêşandêr jî hatin binçavkirin.