Nihat Kavşut
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Hat ragihandin li Îranê di çalakiyên dijî rejimê da 2 xwendekar hatin kuştin.
Seyîd Mihemed Bethaiyê Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got: "Ji ber bûyerên tevlihevî û tundiyê însanên mesûm dibin qurban. Ji ber mirina 2 xwendekarên me yên bi navê Armîn û Şayan xemgîn im."
Bûyerên li Îranê 28ê kanûnê li Meşhedê bi çalakiya komekê dijî bêkarî û gendeliyê dest pê kirin û di demeke kurt da veguherîn protestoyên dijî rejimê. Çalakî û protesto peyra li Tehran, Kirmanşah, Senendec, Zencan, Şîraz, Qûm, Ehwaz, Zahîdan, Erak, Hurem Abad û gelek bajarên din belav bûn. Di bûyeran da heta niha herî kêm 23 kes hatin kuştin û ji hezarî zêdetir kes hatin binçavkirin.