Türkan Tosun
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
QUDIS
Hat ragihandin li Îsraîlê par 16 leşkeran xwe kuşt, yên din jî ji ber sedemên din mirin, bi tevahî 55 leşker îsal mirin.
Kanala 12yê ya Îsraîlê di nûçeya xwe de got li gor îstatîstîkên artêşê di sala 2017an de 55 leşker mirin, ji van 16 kesan xwe kuşt.
Hat gotin ji leşkeran 7 kes di operasyonên li hember filistîniyan de, 9 ji ber nexweşiyê, 12 ji ber qezaya trafîkê, 9 ji ber guleya bi nezanî hatine avêtin, 2 leşker jî di qezaya kar de mirin.
Hat îdiakirin ku di artêşê de rêjeya xwekuştinê li gor salên din ji sedî 50 kêm bûye.
Di îstatîstîkên par de hatibû gotin ku di sala 2016an de 41 leşker mirine, ji van 15 kesan xwe kuştiye. Hatibû gotin ku di salên 2014 û 2015an de jî bi heman hejmarê leşkeran xwe kuştiye.