Nihat Kavşut
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
BOGOTA
Li Kolombiyayê wê hikûmet û pêşengên Hêzên Çekdarên Şoreşger ya Kolombiyayê (FARC) li bajarê Cartagenayê bicivin.
Li gor nûçeya rojnameya EL Tiempoyê ya Kolombiyayê hat destnîşankirin Juan Manuel Santosê Serokê Dewletê roja pêncşemê wê pêşengên FARCê Ivan Marquez, Pastor Alape, Jesus Santrich û Victoria Sandinoyê ra bicive û li ser bicîanîna peymana aştiyê biaxivin.
Li gor agahiyan Jose Mujicayê Serokê Dewleta Uruguayê yê berê û Felipe Gonzalesê Serokwezîrê Îspanyayê yê berê wek çavdêrên navneteweyî di hevdîtinê da amade bin û ji hikûmetê jî wê Guillermo Riverayê Wezîrê Karên Navxweyî, Rafael Pardoyê Wezîrê Heyama Piştî Pevçûnan û Rodrigo Riverayê ji Komîsyona Aştiyê ya Bilind hebin.