Haydar Şahin
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
ABUJA
Li Benueya eyaleta Nîjeryayê di du êrîşên çekdarî ên cuda da herî kêm 20 kes hatin kuştin, 30 kes jî hatin birîndarkirin.
Samuel Ortomê Waliyê Eyaletê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li Goma û Logoya herêmên eyaletê kesên nediyar êrîş kirin.
Ortom destnîşan kir ku di herdu êrîşan da herî kêm 20 kes hatin kuştin û 30 kes jî hatin birîndarkirin.
Tê texmînkirin ku êrîş ji ber pevçûnên di navbera gavan û cotkaran da hatibe kirin.
Moses Iyamuyê berdevkê polêsan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Li herêma ku lê êrîş hat kirin xebatên me dewam dikin. Ji bo eşkerekirina hejmara kuştî û birîndaran hê zû ye."
Li Herêma Navîn a Nîjeryayê gelek caran di navbera gavan û cotkaran da pevçûn derdikevin. Li Adamawaya li rojhilatê di cotmehê da cotkaran êrîşî Fûlaniyên gavana kiribûn, di êrîşê da jin û zarok jî tev herî kêm 50 kes hatibûn kuştin.