Here naveroka bingehîn
logo
logo
  • ROJEV
  • JIYAN
  • DINYA
  • POLİTİKA
  • ÇAND Û HUNER
  • SPOR
Türkçe
English
BHSC
Pусский
Français
العربية
Kurdî
کوردی
Shqip
فارسی
македонски
Bahasa Indonesia
Español
Dinya

Xwendekaran polîtiqayên penaberan protesto kirin

Li Hambûrga bajarê Almanyayê piştî bûyerên ku di 21ê kanûna pêşîn de qewimîn xwendekar dîsa meşiyan.
14 Rêbendan 2014
Xwendekaran polîtiqayên penaberan protesto kirin

HAMBÛRG 

Komek xwendekarên zanîngehê li Hambûrga bajarê Almanyayê piştî bûyerên ku di 21ê kanûna pêşîn de qewimîn, her çiqas qedexeya "herêma xeternak" hatibe rakirin dîsa jî meşiyan û bûyerên ku ev 3 hefte ne berdewam dikin, protesto kirin. 

Koma xwendekarên zanîngehê li Qada Dammtorê ya ku Zanîngeha Hambûrgê li wir e, civiyan pêşi ber bi taxa Sterschanzeya ku wekî herêma xeternak hat îlankirin meşiyan, pişt re jî ber bi taxa Saînt Paûlî ji wir jî ber bi Park Fîctîona li perava lengergehê ve meşiyan. 

Xwendekarên ji komîteya protestoyê li vir daxuyaniyek dan û parastin ku 12 hezar penaberên ku ji şerên navxweyî yên li Efganistan, Sûriye û Afrîkayê reviyan Ewropayê, ji ber polîtîqayên penaberan yên Ewropayê yên derveyî mirovahiyê di nav ava Behra Spî de xeniqîn. 

Xwepêşnadêr dirûşmeyên ku Serokê Eyaleta Hambûrgê Olaf Scholz û hikûmeta Hambûrgê ya ku ji meha adarê ve mafê rûniştinê nade penaberên sûriyeyî û afrîkayî yên hatine Hambûrgê, şermezar dikin avêtin.  

Xwendekaran qedexeya "herêma xeternak" û valakirina "malên Essoyê" yên ku piraniya wan de penaberên afrîkayî û xizan rûdinin, protesto kirin. Xwendekaran parast ku hikûmeta Hambûrgê di çarçoveya xebatên veguherîna bajêr de her ku diçe derfetên jiyana kesên desteng dijwartir dike. Xwendekaran xwest ku divê bêtir malên civakî bên avakirin û pirsgirêkên mirovên xizan bên çareserkirin. 

Xwepêşandêr piştî daxuyaniyan ber bi taxa Reeperbahnê ve meşiyan û hatin qada ku malên Essoyê li wir in û pişt re belav bûn. 

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku li taxa Sterschanzeyê 3 kesên ku bê destûr xwepêşandanê dikin û boyaxê direşînin derûdorê, fîşengên hewayê diavêjin, hatin binçavkirin. 

related_topics:
Almanya
news_share

news_share_descriptionsubscription_contact

subscription
logo

Reporting the Changing World

next-sosyalX/TwitterFacebookYouTubeInstagram

SAZÛMANÎ

  • dîrokçe
  • kûnye
  • pergala birêvebirina kalîteyê
  • prensîbên weşanê
  • polîtîkayên çapemeniya civakî
  • Polîtîkaya Veşartîbûn û Çerezan
  • Polîtîkaya Agahdarkirinê
  • RSS

PEYWENDÎ

  • Ragihandin
  • daxwazên abonetiyê

Anadolu Ajansı © 2026

Google PlayApp Store
Nûçeya berê
Nûçeya paşê
Nûçeya berê
Li Sûriyeyê di 12 deqîqeyan carekê kesek dimre

Li Sûriyeyê di 12 deqîqeyan carekê kesek dimre

Nûçeya paşê

Amadehiyên Cenewre-2yê

Amadehiyên Cenewre-2yê

NÛÇEYÊN DAWÎ

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan gihîşt 72 hezar û 568an

Ji destpêka serê salê va di êrîşên Îsraîlê da li Şerîaya Rojava 16 Filistînî hatine kuştin

Li Batmanê barana ku zêde barî di warê zad da hêvî da cotkaran

Li Mêrdînê qefleya pêşî ya hecacan ber bi axa pîroz va hat şandin

Li Agiriyê li çiya zivistan, li deştê bihar e

Li Tunceliyê wêneyên Gulistan Dokuyê bi daran va hatin daliqandin

NATO amadehiya lûtkeya ku dê di 7-8ê tîrmehê da li Enqereyê bê lidarxistin dike

Hemûyê bibîne

NÛÇEYÊN TÊKILDAR

Welatiyên Tirkiyeyê yên li Ewropayê diçin ser sindoqê

Welatiyên Tirkiyeyê yên li Ewropayê diçin ser sindoqê

Almanya ji Pêşmergeyan re çekên nû dişîne

Almanya ji Pêşmergeyan re çekên nû dişîne

Li Almanyayê çalakiya li dijî terorê

Li Almanyayê çalakiya li dijî terorê

Li Almanyayê cihêtiya li dijî biyaniyan

Li Almanyayê cihêtiya li dijî biyaniyan

Bertek nîşanî dijberên biyanî û îslamê dan

Bertek nîşanî dijberên biyanî û îslamê dan

Almanya wê yekîneya perwerdeyê bişîne herêma Kurdistanê

Almanya wê yekîneya perwerdeyê bişîne herêma Kurdistanê

Ji bo ku bikaribin dewata xwe bikin almanî hîn dibin

Ji bo ku bikaribin dewata xwe bikin almanî hîn dibin

Em ê ji komên kurdan ên li dijî DÎŞIyê şer dikin re çekan bişînin

Em ê ji komên kurdan ên li dijî DÎŞIyê şer dikin re çekan bişînin

Kurd di Deutsche Welleyê de çalakiya rûniştinê dikin

Kurd di Deutsche Welleyê de çalakiya rûniştinê dikin

Almanya perwerdeya emilandina çekan dide pêşmergeyan

Almanya perwerdeya emilandina çekan dide pêşmergeyan