Haydar Şahin
03 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
ABUJA
Li Nîjeryayê ji 3 malan malekê da tesîsata avê tune, ji ber vê jî ji bo temînkirina avê bi tenê rêyek heye ew jî avfiroşên seyar ên bi erebe ne.
Li Nîjeryaya welatê Afrîkaya Rojava ya ku serjimara wê 186 milyon kes e 63 milyon kes di malên ku tesîsta wan a avê tunin da dijîn. Gel bi saya firoşkarên seyar ên avê yên ku jê ra dibêjin "maî rûwa" va avê temîn dikin.
Bi sedan kes bi wesayîtên seyar va sibê hetanî êvarê li kuçe û kolanên welêt avê difroşin û di rojê da kêmzêde 25 kîlomêtre rê dimeşin.
Mihemed Murtalayê 32 salî yê ku avê difroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û meslekê xwe nirxand.
Murtala got ku her roj di saet 06.00an da derdikeve rê û bi 12 bîdonên di erebeya xwe da avê dikişîne. Murtala hetanî nîvro ava bîdonên di erebeya xwe da difroşe û hetanî êvarê 2-3 caran bîdonên xwe tijî dike û dîsa difroşe.
Murtala bîdona avê kêmzêde 20 naîrayî (20 quriş) difroşe û ji her bîdonî 10 naîrayî kar dike, di rojê da kêmzêde hezar û 500- 2 hezar naîrayî (15-20 lireyê Tirkiyeyê) qezenc dike.
Murtala ji şert û mercên karê xwe gilîdar e û got, "Heke mecbûr nebim ez ê vî karî nekim. Barê min ji 240 kîloyî derbas dibe. Hê tav nade ez derdikevim rê, hetanî êvarê ji 20 kîlomêtreyî zêdetir rê dimeşim. Rê zehf xirab in. Hema bêje qet dernakevim asfaltê û di nav kevir û kuçikan da dimeşim."
Murtala got dema şilî dibare zehf tengasiyê dikişîne, bi şev ji ber êşa pişta xwe nikare razê.
- "Ez 32 salî me û hê di maleke ku tesîsata wê ya avê heye da rûneniştime"
Murtala got li Nîjeryayê malên ku tesîsata wan a avê hene luks tên qebûlkirin û hema hema di tevahiyê malên gund û goman da lulika avê tune.
Murtala bal kişand ku şebeqê û berêvarê zehf avê dikirin û qala dîtina mişteriyan kir û wiha axivî.
"Ez bîdonan ji kaniya taxê tijî dikim û derdikevim rê. Li her taxê kesên ku avê difroşin hene. Taxa ku ez lê avê difroşim min nas dikin û dizanin ku çi çaxê ji kîjan rêyê ra derbas dibim. Tên ciyê ku ez lê disekinim û avê teme dikin. Ez jî diçim ber malên wan û avê didim wan. Lêbelê bîdon ji me ra dimînin. Ez bîdonên vala carekê dîsa tijî dikim û difroşim. Li malên taxên ku ez diçimê tesîsata avê hema bêje qet tune. Li vê derê meriv ji hebûna tesîsata avê dizane kî dewlemend e kî feqîr e. Di malekê da lulik hebe ew mala dewlemend e."
Murtala qala xeyala xweya herî mezin kur û wiha got:
"Xeyala min a herî mezin ew e ku lulikeke min hebe. Dema erebeyê diajom xeyal dikim ku di mala min da lulik heye. Ez 32 salî me û hê di maleke ku tesîsata wê ya avê heye da rûneniştime. Xeyala min her tim ev e."