Muhammet Kurşun
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Xelkê bajarê Hewlêrê li ser wefata Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serkomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî bi qerebalixiyeke mezin civiya û şîn girêda.
Endam, alîgir û rêveberên YNKê digel welatiyan li Mekteba Siyasî ya li Hewlêrê civiyan û xemgîniya xwe diyar kirin.
Welatiyên ku li ber Mekteba Siyasî ya YNKê kom bûn, find pêxistin û di bin fotografê mezin ê Celal Talebanî de hêsir barandin.
Heman şîngirêdan û matemîn li bajarê Silêmaniyê jî hat kirin û xelkê vî bajarî jî xemgîniya xwe derbirî.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serkomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî, piştî derbaskirina nexweşiyeke demdirêj do berêvarî li Almanyayê di 84 saliya xwe de wefat kir.
- Şîngirêdana Silêmaniyê ji bo Talebanî
Alîgirên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (AA) YNKê li ber avahiya Mekteba Siyasî ya partiyê kom bûn û ji bo wefata Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî şîn girêdan.
Piştî bihîstina xebera wefata Celal Talebanî alîgirên YNKê û hezkiriyên Mam Celal berê xwe dane avahiya Mekteba Siyasî ya partiyê û bi qerebalixiyeke mezin li wir civiyan, xemgîniya xwe nîşan dan.
Alîgiran bi dowîz, pankart, girî û dirûşman hizna xwe ya li ser mirina Talebanî anîn ziman. Di qerebalixê de fotografên Celal Talebanî hatin bilindkirin.
Di kombûnê de rêveberên YNKê jî amade bûn û pêşwaziya mêvanan kirin.
Sekreterê Mekteba Siyasî ya YNKê Mele Bextiyar jî li heman cihî civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku dê di rojên pêştir de termê Talebanî bînin Silêmaniyê û merasima binaxkirinê û şînê birêve bibin.