Muhammet İkbal Arslan
29 Sibat 2024•Rojanekirin: 03 Adar 2024
Serokê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da jiyana xwe ji dest dane 30 hezar derbas kiriye û got: "Divê ev tundî û êşa hovane bi dawî bibe."
Ghebreyesus di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civaki ya Xê da ragihand ku hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane ji 30 hezarî derbas kir û piraniya wan jin û zarok in.
Ghebreyesus tekezî li wê yekê kir ku zêdetirî 70 hezar Filistînî li Xezeyê birîndar bûne û got, "Divê ev tundî û êşa hovane bi dawî bibe. Bila êdî agirbest be."