ekip
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
ANKARA
Li Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilat a ku di bin dorpêça rejima Beşar Esed da ye, Kerîmê piçûk ê ku hê dergûşekî yekmehî bû, diya wî hat kuştin û ji çavê xwe yê çepê bû.
Ev çendek e bikarhênerên medyaya sosyal di mijarê da parvekirinan dikin û bi heman şêweyî wezîran jî Kerîmê piçûk ji bîr nekirin. Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Canîklî, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî, Wezîrê Karûbarên Daristan û Avê Veysel Eroglu der heqê Kerîmê piçûk da li ser Twitterê peyam parve kirin.
Canîklî di peyama xwe da wiha got, "Kerîmê piçûk ku li Xûtaya Rojhilat di êrîşa hêzên Esed da diya te hat kuştin û tu ji çavekî xwe bûyî, tu nûra çavê me yî. Kerîmê piçûk em ji qetlîama li Sûriyeyê ra dibêjin na û em te dibînin."
Wezîr Kurtulmuş jî wiha got, "Heger dinya kerr be jî emê guh bidin feryadên ku ji Sûriyeyê bilind dibin. Abloqa bira bê rakirin, li Xûtaya Rojhilat bira mirovahî nemire."
- "Emê bibin dengê wicdana mirovahiyê û vê bidomînin"
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî di peyama xwe da nûçeya Ajansa Anadoluyê ya bi sernava "Liberxwedana bimûcîze ya dergûşê sêwî yê ji Xûtaya Rojhilatê" bi cih kir û got: "Dergûş Kerîm di êrîşên hêzên Esed da li milê dayika xwe sêwî ma. Çavekî wî çû. Dinya li hemberî vê zilmê bêdeng bimîne jî, xwe kerr bike jî, em ê li cem mezlûman cih bigirin û bibin dengê wicdana mirovahiyê û vê bidomînin."
Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu li ser rewşa Dergûş Kerîmê sêwî got: "Emê li cem mezlûm û mexdûrên ku li çar aliyê dinyayê rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan, zilm, tehdayî û neheqiyê tên cih bigirin."
Ji hêla din va Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş jî tevlî wêneyê Dergûş Kerîm ji Sûretê Îbrahîm ayeta 42yemîn a dibêje: "Tu carê Xwedê ji kirinê zaliman bêhay nehesibîne, tenê wana heya rojeke ku dê çavên ji tirsa wê zoq bin paşta dixe." parve kir.