Fatih Gazioğlu
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 08 Mijdar 2018
BANDAR SERI BEGAWAN
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bo hevdîtinên fermî hat Bruniyê.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ku di çarçoveya ziyareta xwe ya Bruniyê da bi Dato Erywan Yusofê Wezîrê Karên Derva yê duyemîn ra hat cem hev.
Çavuşoglu piştî vê hevdîtinê li Qesra Istana Nurul Imanê ji hêla Sultanê Bruneiyê Hecî Hese el-Bolkîah ve hat qebûl kirin.
Di hevdîtinan da zêdebûna veberhênan û pêşveçûna têkiliyên bazirganî û aboriyê yên di navbera herdu welatan de hatin axaftin.