Nûçeyên analîzê

Normalbûna têkiliyên Tirkiye-Misrê dibe ku ji bo aboriyê bibe firsendeke nû

Destpêkirina pêvajoya normalbûn ya di navbera herdu welatan da her çiqas dê di demeke kurt da bi lez têkiliyan nevejîne jî ji bo ku bazirganiya dualî û veberhênanên ku sabit bûn zêde bibe dê bibe merheleyeke girîng

Mehmet Fatih Erdoğdu  | 05.05.2021 - Rojanekırın : 05.05.2021
 Normalbûna têkiliyên Tirkiye-Misrê dibe ku ji bo aboriyê bibe firsendeke nû

Istanbul

 Piştî ku di tîrmeha 2013an da Serokomar Mihemed Mursî bi derbeya eskerî ji peywir hat dûrxistin têkiliyên Tirkiye û Misrê xira bibûn û rageşiya ku di navbera herdu welatan da di qada siyasî da dest pê kir di serî da bazirganî tesîreke neyînî li ser têkiliyên aborî jî kiribû. Hewldanên normalbûnê ku di demeke nêz da bi pêngavên herdu aliyan avêt va jî dest pê kir û îradeya siyasî ya di vê mijarê da hat nîşandan bi ziyerata heyeta Karên Derva ya Tirkiyeyê ya Qahireyê dê fermî bibe.

Destpêkirina pêvajoya normalbûnê ya di navbera herdu welatan da her çiqas dê di demeke kurt da bi lez têkiliyan nevejîne jî ji bo ku bazirganiya dualî û veberhênanên ku sabit bûn zêde bibe dê bibe merheleyeke girîng. Ya rast di navbera Tirkiye û Misrê da di nav 7 sal û nîvê navborî da digel ku pirsgirêkên wekî astengên gumrikê, mewzuatên burokratîk û dirêjbûna maweyên serlêdana vîzeyê biqewimin jî tu carî têkiliyên aborî nehatin asta rawestanê. Bereksê wê dîsa wek yek ji partnerên bazirganiyê yên girîng ên Tirkiyeyê yên li Afrîkaya Bakur ma.

Li gor daneyên Wezareta Bazirganiyê û Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ji Tirkiyeyê di navbera 2014-2020î da ji bo Misrê 21,9 milyar dolarî îxracat hat kirin, ji Misrê jî bi bihayê 12,1 milyar dolarî îtxalat hat kirin. Dema mirov li 7 salên navborî dinihêre tê dîtin ku Tirkiye bi Misra ku her sal pê ra bi bihayê 3 milyar dolarî îxracatê dike ra di astekê da têkiliyên xwe yên aborî didomîne. Balê dikşîne ku di vê heyamê da berhemên ji Tirkiyeyê tên îxrackirin piranî berhemên hesin-pola, wesayîtên bimotor, plastîk û mamulên wê û rûnên neftê hene.

Berhemên ku ji Misrê tên îtxalkirin jî piranî berhemên plastîk û mamulên wê, berhemên pîşesaziya kimyewî, berhemên zêr û tekstîlê ne. Her wiha fîrmayên Tirkan li Misrê di gelek warên wekî otomotîv, bankavanî, pîşesaziya camê, înşeat û vejenê da rasterast veberhênanan dikin. Rastiyeke berbiçav e ku di pêvajoya li pêş me da zêdebûna van veberhênanan dê ji bo Misra ku pirsgirêka wê ya îstixdamê heye û nifûsê wê yê ciwan zêde ye bi kêr bê.

- Partnerê qedîm ê Tirkiyeyê yê di bazirganiyê da

Misir îro ji ber serjimara xwe ya ji 100 milyonî derbas bûye, rêyên bazirganiyê yên stratejîk, ji ber ku navenda li Rojhilata Navîn a şaxên kar ên cuda ye, veberhênanên vejenê û warê turîzmê da yek ji aboriyên herî krîtîk ên herêmê ye.

Partneriya stratejîk a Misir û erdnîgariya Anadoluyê digihêje heyamên antîk ên dîrokî. Di heyamên Roma, Bîzans û Osmaniyan da jî Misir yek ji bazarên herî girîng bû ji bo berhemên ku li Anadoluyê dihatin çêkirin. Tirkiye wek domdarê vê têkiliya kevnar her dem bi Misrê ra di nav têkiliyên aborî yên nêz da bû. Misir jî ji hêla ku potansiyela xwe ya li erdnîgariya xwe bi partnerên xwe dide emilandin va bûye yek ji welatên herî biîstiqrar ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê. Her wiha girîngiya Misrê ya ji bo Tirkiyeyê ya ji hêla pozîsyona wê ya stratejîk, têkiliyên dîrokî û aborî va îro di heman demê da ji bo bazirganiya kurewî jî li dar e.

Misir bi nifûsê xwe ya qerebaxli va ji bo Tirkiyeyê li Afrîkayê bazareke bazirganiyê ya mezin e, ji bo îxracatvanê Tirkiyeyê di heyama nû da dibe ku gelek firsendan derxîne holê. Her wiha digel ku Misir tena serê xwe bazareke mezin e jî bi pozîsyona xwe ya stratejîk va ji bo ku bikarin herin Afrîkayê û welatên Ereb ên din ji bo îxracatvanên Tirkiyeyê potansiyela vekirina deriyên nû ye. Ji bo îxracatvanên Tirkiyeyê her çiqas Misir welatekî ku cara ewil tê kefişkirin nebe jî helwestên ku dê bi normalbûna têkiliyan biguherîne û teşwîqên pey ra bên va ji bo karsazên herdu welatan dê digel qeyrana şewbê qezenca dualî derxîne holê. Pêkan e ku madeyên xam û malên ku hewcehiya pîşesaziya Misrê pê heye ji Tirkiyeyê bên pêkanîn û bi teşebisên sektorê va jî hêza kar a dînamîk a li herêmê dibe ku bi veberhênanên hevpar bên nirxandin.

Li Misrê ji bo kêmkirina qezayên rêhesinê û pêşxistina welêt gelek projeyên mezin tên plankirin. Miteahîdên Tirk bi hêsanî dikarin hewcehiyên Misrê pêk bînin. Digel vê Tirkiye û Misir di çarçoveya projeyên navborî da dikarin ku li welatên 3yemîn ên li Afrîkayê veberhênanên hevpar jî bikin.

Dema mirov li Rojhilatê Behra Spî lêgerîna rezervên xazê û veberhênanên Misrê yên di xetên neqilkirina vejenê yên din dide ber çav dibe ku nêzbûn ji bo Tirkiyeyê di gelek waran da derfetên nû derxîne holê. Misir bi welatên cîran û ên li herêma xwe ra di mijara xetên neqlê da hevkariyan dike û projeyan çêdike. Ji ber vê jî xebatên ku Tikriye dê qarê vejenê da dike piştî potansiyela têkiliyên ku dê baş bibin dê bikarin bi teşebisên nû va derkevin asteke jortir.

Wek encam sektorên kilîd ên ku hikûmeta Misrê pêşiyê subvanse kirin ên wekî turîzm, îmalat, Qenala Suweyşê, derxistina neft û xazê di bin bandora sînordarkirinên seyahatê, kêmbûna erzê û jêbirîna di bazirganiyê da dimîne. Ji bo Tirkiyeyê di vê heyama nû da dibe ku di van sektorên krîtîk da gelek firsendên nû derkevin holê. Bi taybetî zêdebûna karên înşaetê yên ji bo projeyên binesaziyê hewce dikin ji bo miteahîdên Tirkiyeyê ên xwedan tecrube yên li herêmê dibe ku bibe deriyê veberhênanê û ji bo Misriyan jî bibe deriyê îstixdamê. Di heyama nû da heke dualî pêngavên rast bên avêtin dibe ku ji bo herdu welatan jî encamên ku hevkêşiya aborî ya li Rojhilatê Behra Spî derdixîne merheleyeke din bê bidestxistin, ji rewşa qezenc bike-qezenc bike wêdetir ji bo hemû erdnîgariyan encamên pozîtîf derxîne holê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın