ANALÎZ - Di têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê da serdemeke nû
Doç. Dr. Tugçe Ersoy Ceylan pêngavên normalîzebûnê ya ku di têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê da bi balyozên dualî hatin tayînkirin va tên domandin di çarçoveya dînamîkên têkiliyên herdu welatan ên ji rabirdûyê heta îro ji bo AA Analîzê nivîsand.

Istanbul
Doç. Dr. Tugçe Ersoy Ceylan pêngavên normalîzebûnê ya ku di têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê da bi balyozên dualî hatin tayînkirin va tên domandin di çarçoveya dînamîkên têkiliyên herdu welatan ên ji rabirdûyê heta îro ji bo AA Analîzê nivîsand.
***
Pêşî Îsraîlê di 19ê îlona 2022yan da Irit Lillian wek balyoz tayînî Tirkiyeyê kir paşê jî Tirkiyeyê Şakir Ozkan Torunlar weke balyoz tayînî Îsraîlê kir û "xeyda" dîplomatîk a 10 salî xilas bû. Ev vegera li status quo anteya ku ji bo herdu welatan jî qezenc - qezenc e hem ji hêla têkiliyên herdu welatan va hem jî ji hêla siyaseta herêmê va geşedaneke giring e. Hem polîtîkayên hêzên mezin ên der barê herêmê da hem jî ji hêla hevkêşeyên siyasî yên li nav welêt va du aktorên ku mirov dikare bibêjî avakerê lîstikê têkiliyên dîplomatîk ji nû va tesîs kirin û pêkan e bê gotin ku ev yek dê bandoreke erênî li ser têkiliyên derva yên herdu welatan bike.
Wekî gelek welatên ku bi Îsraîlê ra têkiliyên dîplomatîk datînin mijarên der barê pirsgirêka Filistînê da di dirûvgirtina têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê da peywira katalîzorê girtiye. Tirkiyeyê ji mêj va dr barê çareseriya pirsgirêka Filistînê da helwesteke alîgirê çareseriyeke du dewletî nîşan daye. Digel vê Tirkiye di pevçûna ji sedsalî zêdetir da dema ku şîdet zêde bûye da dijî derketiye ê çalakiyên bi vî awayî şermezar kiriye. Ji hêla din va hem ji hêla temsîlê hem jî ji hêla heqaniyetê va di gelek bûyeran da herçiqas dijî têkiliyên wî yên bi Îsraîlê ra be jî daxuyaniyên piştgiriyê dide Filîstînê daye û xwe nedaye alî û rayeyên xwe yên di Neteweyên Yekbûyî (NY) da bi kar aniye.
Ev helwesta Tirkiyeyê ti carî têkiliyên dualî neaniye asta 10 salên dawîn, têkilî ne qut bêne ne jî hatine asta qutbûnê. Baş e lê çi bû ku hatin vê astê?
Çi bibû?
Ji serê sedsala 21emîn vir va seyra têkiliyên dualî hêdî hêdî xira bû û pêkan e ku mirov bibêje li paşxaneya vê şîdeta di pevçûna Filistîn-Îsraîlê da zêde bûye û guherîna Tirkiyeyê ya di siyaseta Rojhilata Navîn heye.
Heke em pêvajoya ku bi qutbûna têkiliyan giha encamê wekî serê sedsala 21emîn bixin nav çarçoveyeke berfireh di sala 1993yan da pêvajoya aştiyê ya Osloyê xitimî bû û hilweşiyabû, paşê piştî ku întifadaya duyemîn derket şîdeta tund derketibû û Tirkiye hember vê yekê bêdeng nemabû û Serokwezîr Bulent Ecevît bi tundî şîdeta Îsraîlê şermezar kiribû.
Di hilbijartinên ku di sala 2006an da li Filistînê hatibûn kirin da li xeta Xezeyê Hemas yekemîn derketibû û Tirkiyeyê eşkere kiribû ku ev encam di pêvajoyeke demokratîk da hat bidestxistin loma Hemas serkeftiyê meşrû dibîne û Îsraîl ji vê aciz bibû.
Îsraîlê ku hebûna Hemasê wekî "pirsgirêkeke ewlehiyê ya neteweyî" dibîne û weke tehdîdekê dinirxîne bi Operasyona Zirîçê Rijandî ya di sala 2008an da a ku operasyona herî mezin a dijî Xeta Xezeyê ye ji hezarî zêdetir Filistînî hatibûn kuştin û piştî vê yekê Tirkiyeyû bertekeke gelekî tund dabû û têkilî bi lez xira bibûn.
Bizmara dawîn a ku li tabûta têkiliyên dualî hat xistin jî bûyera klu Îsraîlê di avên navneteweyî da midaxeleyî keştiya alîkariyê ya bi navê "Mavî Marmarayê" kir û 9 welatiyên Tirkiyeyê hatin kuştin e. di encama vê bûyerê da Tirkiyeyê balyozê xwe yê Tel Avîvê paşve kişand û ji Îsraîlê xwest ku lêborînê bixwaze, tezmînatê bide malbatên welatiyên hatin kuştin û ebluqeya li Xezeyê bê rakirin. Lêbelê Îstaîlê paşda gav neavêtibû û Tirkiyeyû têkilî daxistin asta meslehetguzariyê û hemû peymanên eskerî rawestandibû.
Baş e lê têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê her dem evqas bi îxtilaf bûn gelo?
Seyra têkiliyên dualî ya 74 salî
Têkiliyên Tirkiye -Îsraîlê ji dema hatine tesîskirin vir va li gor konjonktura navneteweyî dewam kiriye, digel vê têkiliyên dualî di heyama Şerê Sar da ji ber bandora şerên di navbera welatên Erebî û Îsraîlê da û qeyran jî carna baş bûne carna xirab.
Tirkiyeya ku yek ji welatên ewil e ku Îsraîlê 14ê gulana 1948an da hat damezrandin nas kiriye ji sala 1950yan vir va têkiliyên dîplomatîk tesîs kiriye. Di heyama Şerê Sar da herdu welat jî di bloka Rojava da cî girtine û di vê çarçoveyê da ji bo ku zirarê nede Pakta Bexdayê ya ku ji hêla polîtîkayên herêmî yên ku Tirkiye jî di nav da cî digire herdu welatan di sala 1958an da pakteke veşartî ya ku wekî Peymana Perîferî tê zanîn îmze kirine. Bi vê peymanê di serî da eskerî û ewlehî di sektorên dîplomatîk, bazirganî û zanistî da biryara hevkariyê hat dayîn.
Di vê pêvajoyê da di Qeyrana Suweyşê ya ku di sala 1956an da bi Misrê ra jiya da Îsraîlê esker derxist axa Misrê û Tirkiyeyê Îsraîl protesto kir û têkiliyên ku daxistibû asta meslehetguzariyê encax piştî çendî salan hatibûn asta berê. Di şerên hezîrana 1967 û cotmeha 1973 a ku Îsraîlê Şeriaya Rojava, Xeta xezeyê û Girên Golanê dagîr kir da Tirkiye helwesteke alîgirê welatên Erebî nîşan da. Divê bê diyarkirin ku di vir da hem hesasiyeta raya giştî hatiye pêşçav kirin hem jî di mijara Qibrîsê da li benda piştgiriya welatên Erebî mane. Di sala 1975an da tirkiyeyê Rêxistina Rizgariya Filistînê nas kir û ev yek jî bû yek ji sedemên xirabûna têkiliyan.
Îsraîlê di sala 1980yan da Qudsa Rojhilat îlhaq kir û biryara Quds paytextê ebedî ye da û di encama vê yekê da Tirkiyeyê car din temsiliyeta xwe ya li Tel Avîvê daxistiye asta herî jêr û dagîrkirina Lubnanê ya di sala 1982yan da şermezar kiriye. Di nîvê salên 1980yan da têkilî ber bi başbûnê va çûn û Tirkiyeyê dewleta serbixwe ya Filistînê nas kir. Di sala 1989an da dengê red da pêşnûmaya qedexe dike ku Îsraîl li NYyê bê temsîlkirin û ji bo ku têkiliyên dualî nerm bibin pêngavek avêt.
Salên 1990î heke gotin di cî da salên zêrîn ên têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê ye. Di dawiya salên 1980î da Turgut Ozalê serokwezîrê hingî ji bo seyra erênî ya têkiliyên bi DYAyê ra giringiya têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê fêhm kirbû û di vê çarçoveyê da pêngav avêtibûn. Di sala 1996an da herdu welatan peymana perwerdeya eskerî, parvekirina îstixbaratê, ji jetên Îsraîlê ra vekirina sehaya asîmanî ya Tirkan û mijarên wekî bazirganiya serbest da peyman çêkirin. Heta serê salên 2000î hevkarî û peymanên eskerî yên di navbera Tirkiye-Îsraîlê da dewam kirin.
Ji nû va tesîskirina têkiliyên dualî
Benyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîklê di 22yê adara 2013an da têlefonî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û ji ber bûyera Mavî Marmarayê jê lêborîn xwest. Di sala 2016an da peymana der barê ku Îsraîl dê tezmîbatê bide welatiyên Tirkiyeyê ên wefat kirin hat qebûlkirin û alîkariyên mirovî yên ku Tirkiyeyê şandin gihandin Xezeyê.
Geşedana herî erênî ya piştî vê diyaloga di navbera Îzak Herzogê Serokwezîrê Îsraîlê û Serokomar Erdogan da destpêkir e. Bi vî awayî pêngava ewil hat avêtin pêvajoya ji bo normalîzebûnê lezand. Ziyareta Tirkiyeyê ya Herzog a di meha adarê da nîşaneya herî eşkere bû ku nîşan dide daxwaza normalîzebûnê li herdu aliyan jî hasil bûye. Herzog ji sala 2008an vir va serokê ewil ê Îsraîlî ye ku serdana Tirkiyeyê kir û li ser balafira wî peyvên wekî "aştî", hevkarî" hebûn û wan peyama Îsraîlê beriya Herzog gihandin Tirkiyeyê. Paşê Yaîr Lapîdê Serokwezîrê Îsraîlê ziyaret kir û vê jî cidiyeta peyamên Îsraîl dide nîşan da. Nîşaneya herî eşkere ya vegerîna status quo anteyê ew e ku biryar hat dayîn ku di asta balyozan da dualî têkilyên dîplomatîk ji nû va bên tesîskirin.
Hefteya borî Şakîr Ozkan Torunlar ji bo Balyozxaneya Tel Avîvê ya Tirkiyeyê hat tayînkirin û vê yekê jî Îsraîl kêfxweş kir. Torunlar xwedî wê tecurbeyê ye ku dikar epêşî lê bigire ku bingeha nazik a têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê bişemite, ji pîşeyê dîplomat e û ji sala 1983yan vir va li Wezareta Karên Derva peywir dike û ji ber vê jî biryara wek balyoz tayînkirina wî biryareke di cî da ye. Herwiha wî di navbera salên 2010-2014an da Serkonsolosiya Qudsê kiriye û der barê welêt da xwedî agahî û tecrube ye.
Ji hêla din va ji nû va tesîskirina têkiliyên Tirkiye - Îsraîlê ji hêla bi taybetî hebûn û siyaseta Tirkiyeyê ya li Rojhilatê Behra Spî giring e. Piştî ku têkilî qut bûn Îsraîl li herêmê ket nav lêgeîrna mitefîqan û vê valahiyê bi Yûnanistanê dagirtibû; Tirkiyeyê berê li herêmê bi welatên wekî Misrê ra îtifaq pêş nexistibû vê jî hevkêşe xurt kiribûn û di dawiya dawîn da xetereya ji siyaseta herêmê dûrxistina wî derxistibû holê. Tirkiyeyê hem bi Lîbyayê ra peyman îmze kir û hem jî li KKTC û mafên xwe yên der barê herêmên aborî yên munhasirê Tirkiyeyê parastin û hebûna xwe da hîskirin. Herwiha Îsraîl Peymanên Abrahamê ku ji avakirina wê va wekî serkeftina wî ya herî giring kete dîrokî û têkiliya xwe ya bi welatên Kendavê ra ku çendî sal e veşartî didomîne bi awayekî eşkere dike û Tirkiyeyê jî di atmosfereke wiha da têkiliyên dualî ji nû va tesîs kirin û ji bo ku dervayî hevkêşeya herêmî nemîne pêngav avêtin û ev yek giring in. Di vê çarçoveyê da polîtîkaya derva ya Tirkiyeyê ya ji bo ji nû va normalîzebûna têkiliyên dualî û berjewendiyên wê da, pêngavên rast hatine avêtin.
[Doç. Dr. Tugçe ERSOY CEYLAN hndekara beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Demokrasiyê ya Îzmirê ye]
*Fikrên di gotarê da yên nivîskarê ne, dibe ku polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nîşan nede.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.