Fatih Gazioğlu
06 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku li Amerîkayê polêsan di sala 2017an de 987 kes biçekê kuştine.
Li gor nûçeya Washington Postê, polêsan Amerîkayê di navbera sala 2015 û 2017an de 3 hezar kes bi çekan kuştine.
Li gor îstatîstîkan polêsan sala 2015an 995 kes, sala 2016an 963 kes û sala 2017an jî 987 kes kuştine.
Ji aliyê din ve di nûçeyê de hat gotin ku polêsên Amerîkayê di sala 2015an de bûne sedema mirina 36 kesên reşik. Hat gotin ku di sala 2016an 17 û par jî 19 reşikên biçek ji ber midaxeleya polêsan hatine kuştin.