Abdullah Tel
06 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Amerîkayê careke din nîşan da ku ew piştgiriyê dide protestoyên li Îranê û mijar bir pêş Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY). Ji ber vê tevgerê Rûsyayê jî ragihand ku Amerîka konseyê "bi niyeteke xerab diemilîne" û "bi hincetên sexte" jî tevlî karên navxweyî yên Îranê dibe.
KENY li ser daxwaza Amerîkayê ji bo nîqaşkirina protestoyên li Îranê dewam dikin, civiya.
Nûnera Daîmî ya NYê ya Amerîkayê Nîkkî Haleyê got ku xelqê Îranê li 79 deverên cihê yên welêt li dijî hikûmetê raperînê dikin.
"Amerîka bi delîlên sexte tevlî karên Îranê dibe"
Nûnerê Daîmî yê NYê yê Rûsyayê Vassily Nebenzia jî Amerîkayê ji ber protestoyên li Îranê anî rojeva KENYê rexne kir û got ku Amerîka bi "hincetên sexte" tevlî karên navxeyî yên Îranê dibe û KENYê li gor berjewendiyên xwe diemilîne.