13 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2015
ANKARA
Beriya êrîşa terorê ya ku li qada kombûnê ya li Gara Trênê ya Enqereyê qewimî li qada mitîngê ya Sihhiyeyê û hawirdora wê 2 hezar û 44 polês hatin peywirdarkirin, 8 cihên cuda yên lêgerînê hatin avakirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanên AAyê ji yekîneyên ewlehiyê bi dest xistin, li gara trênê ya ku wek cihê kombûnê hat diyarkirin û hawirdora wê ji 30yî zêdetir xebatkarên ewlehiyê yên ku perwerdeyeke taybet sitandine peywir kirin. Kamerayên Pergala Ewlehiya Bajêr jî di nav de gelek kamerayên ewlehiyê qeyd dikirin.
-Li cihê polêsan a li gara trênê li gor esasa 24 saetan bi tevahî 4 polês dixebitin.
Dan zanîn ku li qada mitîngê ya li Sihhiyeyê û hawirdora wê ji bo ewlehiyê û nîzama kamûyê bergirî, bariyer, zincîra xebatkaran, cihên girtinê û lêgerînê hatin avakirin. Dan zanîn ku ji saet 00.08an pê ve ekîbên bombeyê tîmên seyên dedektor bi kar anîn û li hemû qadên ku hatin diyarkirin de lêgerîn kirin.
Dan zanîn ku beriya êrîşa ku li Gara Trênê ya Enqereyê ya ku cihê kombûnê ya "Mitînga Ked, Aştî, Demokrasiyê" ye qewimî, li qada mitîngê ya Sihhiyeyê û hawirdora wê 2 hezar û 44 polês hatin peywirdarkirin, 8 cihên cuda yên lêgerînê hatin avakirin.
-Peywirdarkirinên ku ji bilî qada mitîngê ji bo ewlehiyê hatin kirin
Hat diyarkirin ku ji bilî mitîngê jimara personelên ku hatin peywirdarkirin bi tevahî 541 kes bû. Dan zanîn ku Midûriya Şûbeya Parastina Herêmên Hesas li ber sazî û dezgehên kamûyê û balyozxaneyên li Enqereyê 361 xebatkar peywirdarkirin.
Hat diyarkirin ku li HDPyê, DBPyê, Serokatiya Bajêr a AK Partiyê, navendên giştî yên partiyên siyasî yên din û li Balyozxaneya DYAyê 180 personel hatin peywirdarkirin.
Pisporên ewlehiyê destnîşan kirin ku têkoşîna bi terorê re karekî bi rîsk e û dan zanîn ku li Tirkiyeyê her roj bi terorê re têkoşîn dikin.
Pisporan dan zanîn ku DAEŞ û PKK jî di nav de der barê 3 rêxistinan de xebat tên kirin û nirxandina "Sê hedefên terorê hene. Hedefa ewl bi xirakirina morala gel derxistina atmosfera tirsê ye, hedefa duyem jî krîmînalîzekirina siyasetê ye. Hedefa sêyemîn jî derxistina atmosfera rageşiyê ye."
-"Ji aliyê fizikî ve mimkûn nîne"
Pisporan diyar kir ku gelek komên ku beşdarî mitîngan dibin hene, kesên ku bi otobêsan ji derveyê bajêr jî tên jî di nav de beşdarvan li cihên cuda yên Enqereyê kom bûn pişt re li ser guzergaha meşê bûn yek.
Pisporan ji aliyê din ve dan zanîn ku ne mimkûn e ku ji bo her komê cuda cuda cihên girtinê ava bikin. Pisporan dan zanîn ku ne mimkûn e ku li tevahiya Enqereyê hemû guzergehên ku dimeşin bi bergiriyan bigirin.