Elif Irmak
18 Mijdar 2020•Rojanekirin: 18 Mijdar 2020
Hat diyarkirin ku Waliyê Hewlêrê Ferset Sofî ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) wefat kir.
Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da Sofiyê ku demek bû tedawiya Kovîd-19ê didît vê sibê wefat kir.
Di daxuyaniya 20ê cotmehê ya Walîtiya Hewlêrê da hatibû ragihandin ku testa Kovîd-19ê ya Sofî pozîtîf derketiye.