Fatih Gazioğlu
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Vê hefteyê 8ê wan xumalî 11 fîlm wê li eywanên sînemayê yên Tirkiyeyê bên nîşandan.
Fîlma "Hewcedariya Eşqê Çavan Tune ye" ku Onur Unlu derhêneriya wê kir îro dikeve vîzyonê. Di fîlmê da Demet Evgar, Fatîh Artman, Hare Surel, Ezgi Eyuboglu, Ayşenîl Şamlioglu, Ozgür Emre Yildirim, Turgut Tuncalp û Încînur Daşdemîr dileyîzîn.
- "Murtaza"
Di fîlma Murtaza da derhêner Ozgur Sevîmlî ye, Cezmî Baskin û Meral Çetînkaya dileyîzin. Di fîlmê ku cureya wê drame da behsa çîroka bavekî ku mirina zarokên xwe ji jina xwe diveşêre dike.
- "Girtî"
Fîlma "Girtî" fîlmeke li ser tirsê ye û derhênêriya wê Beyza Çîmenot kiriye. Di fîlmê de behsa çîrokek ku li nexweşaneya har û dînan derbas dibe, dike.
Di fîlmê de Yaşar Aydinlioglu, Tayfun Sav, Umut Ozkan, Reyhan Îlhan, Ece Baykal û Îbrahim Muratoglu dileyîzin.
- "Hemşîre"
Di fîlma ku derhêneriya wê Dîlek Çolak dike Evren Duyal, Sermet Yeşîl, Aytaç Oztuna, Sertaç Ekîcî û Serhat Ozcan dileyîzin. Di fîlmê da qala hemşîreyeke ku diyetê dike tê kirin.
- "Mejiyê xwendekaran: Şêlandin"
Di fîlma ku Ayhan Sonyurek derhêneriya wê kir da Ruzgar Erkoçlar, Berîl Kayar, Tolgar Ozaltindere, Îlayda Fîdanlık, Emel Çetîn, Kaan Derîngol, Oben Onur, Merve Akaydın û Mustafa Gultekîn dileyîzin.
Fîlm behsa şêlandina komeke xwendekaran ya dixwaze ji xwe re fîlmekê çêbike, dike.
- "Destê Min bi Te re"
Fîlma Banu Kaptanogullari derhêneriya wê kir û Seda Kement, Serkan Gurkan, Fatîh Kuçu, Gulşah Yavuz, Tayfun Sav û Belkis Akçil dileyîzin. Fîlm li ser evîna du ciwanan e.
- "Heywax Ez Dibim Dayik"
Lîstikvanê fîlmê Camîlle Cottîn û Julîette Bînoche. Dayikek û keça xwe di heman demê de ducanî dibin. Têkiliya dayik û qînê nexweş e û fîlm li ser vê peywendiyê hatiye honandin.
Di fîlmê ku derhêneriya wê Noemîe Saglîo dike de ji bilî lîstikvanên din Lambert Wîlson û Catherîne Jacob jî dileyîzin.
- "10x10"
Suzî Ewîng derhênerê fîlmê ye. Luke Evans û Kelly Reîlly di fîlmê de cî digirin. Fîlm behsa revandina hemşîreyekê dike. Zilamek ji ber mirina jina xwe dikeve şikê û xebatkarekî nexweşxanê direvîne.
- "Li Dojehê Selfîe"
Fîlmê ku derhêneriya wê Erdal Ceylan dike de Alyson Walker, Tony Gîroux, Meelah Adams, Ian Butcher û Shaun Morse dileyîzin. Fîlm behsa tiştên eceb yên ku tên serê cîwanekî Amerîkayî dike.
- "Mr. Gay Syrîa"
Fîlma derhêneriya wê Ayşe Torpak dike behsa têkiliya du hevzayenda dike.
- "Kral Şakîr Wexta Lîstikê"
Derhêneriya fîlmê Berk Tokay û H. Can Dîzdaroglu bihevra kir. Di fîlmê de di encama cerebandinekê labarutuwarê de deriyek vedibe û Şakîr dikeve nav lîstikên telefonan. Fîlm behsa Şakîr û malbata wî dike.