İbrahim Atmaca
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
KERKÛK
Li Iraqê malbatên ku ji ber DEAŞa rêxistina terorê mecbûr man û Hewîceya navçeya Kerkûkê û bajarokên wê terikandin, cardin vedigerin malên xwe.
Midûrê Îdareya Koç û Koçberiyê ya Kerkûkê Emmar Sabah daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Malbatên ku dixwazin vegerin malên xwe yên Hewîceyê ji îro pê va bi qefleyeke ku ji hezarî zêdetir pêk tê, bi rê ketin.
Sabah vegera koçberên navxweyî ku ji Konbajarê Daqûqê diçin, jî kontrol dike û wiha got: "Dewlet ji bo ku vegera koçberên navxweyî teşwîq bike, serê malbatê hezar û 200 dolar pere dide."

Sabah destnîşan kir ku kes zorê nade wan ku vegerin malên xwe, kesên ku dixwazin dikarin li konbajaran bimînin.
Iraqiyekî bi navê Mazin Ode jî diyar kir, ew ê bi malbatî bi wesayîta ku dewletê ji wan ra girt va vegerin mala xwe ya Hewîceyê.
Ode diyar kir ku ew sal û nîvek berê ji gundê xwe revîn û hatin xwe spartin konbajarê û vê gavê jî ji ber ku vedigerin, kêfxweş in.
Nazmiye Naciya ku 70 salî ye jî got ku ew ê vêga vegere gundê xwe, mala xwe; ji vê xweştir tiştek tuneye.
Hêzên Iraqê di 5ê cotmehê da navçeya Hewîceyê û 4 bajarokên wê ji DEAŞa rêxistina terorê standibûn.