Türkan Tosun
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
GAZÎANTEP
Cerablusa navçeya Heleba Sûriyeyê piştî ku bi operasyona Mertalê Feratê ji DEAŞa rêxistina terorê hat paqijkirin penaberên ji Sûriyeyê vegeriyan malên xwe. Niha hejmara kesên ku vegeriyan navçeyê gihîşte 48 hezar û 150î.
Penaberên ku ji ber şerê navxweyî ya ku 6 sal berê dest pê kir xwe spartibûn Tirkiyeyê
Piştî operasyona ku herêm ji terorîstan paqij kir, penaberên ku ji ber şerê navxweyî yê ku 6 sal berê dest pê kir xwe spartibûn Tirkiyeyê jî vedigerin malê xwe.
Penaber di kontrola tîmên Midûriyeta Bajêr a Îdareya Koçê de vedigerin welatê xwe.
Her roj texmînî 200 penaber piştî kontrola ewlehiyê vedigerin Cerablusê.
Ji destpêka hereketê vir ve hejmara kesên ku ji Tirkiyeyê vegeriyan Cerablusê gihîşte 48 hezar û 150 kesî.