Dinya

Tîma Ajansa Anadoluyê li Beîrayê ye

Tîmên TÎKA, UMKE, Heyva Sor a Tirk û AKUTê ên ku di bin kordînasyona Serokatiya Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê da li herêmê ne xebatên xwe didomînin.

Fatih Gazioğlu  | 26.03.2019 - Rojanekırın : 27.03.2019
Tîma Ajansa Anadoluyê li Beîrayê ye

Ankara

Tesîra lehî û bagera Idaiyê ya ku li Beîraya bajarê Mozambîkê û derûdorê wê rabûbû dewam dike.

Tîmên Ajansa Anadoluyê (AA) çûn Mozambîkê û dîmen û wêneyên felaketa ku li herêmê qewimîbû kişandin.

Li bajarê Beîrayê ji ber lehî û bagerê li gelek ciyan hê ceryan nayê dayîn.

Tîma Ajansa Anadoluyê li Beîrayê ye

Tîmên TÎKA, UMKE, Heyva Sor a Tirk û AKUTê ên ku di bin kordînasyona Serokatiya Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê (AFAD) da li herêmê ne xebatên xwe didomînin.

Ji ber felaketê li herêmê gelek xanî di bin avê da man.

Ji ber baran û lehiyê gelek zeviyên çandiniyê û binesaziyê zirar dîtin. Ji ber lehiyê li ser rêyên navbera Beîreayê û derûdora wê şofêran zehmetî kişand.

Ciyên ku ziha bûn welatî derketin derva û dest bi paqijkirina derûdorê malên xwe kirin.

Rayedaran got ku balafirgeh û bêndergehên welêt di lehiyê da zirar nedîtin û bi saya vê jî alîkariyên navneteweyî bi rehetî digihêjin herêmê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın