Leyla Kaymaz
16 Adar 2023•Rojanekirin: 17 Adar 2023
Ji bo bajarên ku erdhejên di 6ê Sibatê da li Meraşê çêbûn, lêxist, tê payîn baraneke gur bibare.
Di daxuyaniya ji ser hesabê medyaya civakî ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da hat gotin ku li gor texmînan li herêmên erdhejan lêxist wê dawiya hefteyê tavî û teyrok hebe.
Hat gotin ku dawiya hefteyê li herêmên erdhejê ji ber barana gur dibe lehî rabe, ava çeman bi ser da biavêje û av li deran biqelibe.
Ji ber vê jî ji welatiyan hat xwestin ku bila bi tewdîr bin û hay ji hişyariyên Midûriyeta Giştî hebin.