26 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
TAÎZ
Hat ragihandin ku li Taîza bajarê Yêmenê di pevçûnên ku di navbera Tevgera Ensarullah a Şiiyan (Hûsî) û Hêzên Berxwedana Gel (HBG) a alîgirê Serokomar Ebdurabbu Mensûr Hadî da derketin da 20 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê facebookê yê HBGyê hat weşandin da hat diyarkirin ku li hin herêmên Taîzê di navbera wan û hûsiyan da pevçûn derketin û di pevçûnan da 16 milîtanên hûsî û 4 endamên HBGyê mirin, 25 kes jî birîndar ketin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li Makbeneya herêma Taîzê di operasyonan da 7 milîtanên hûsî hatin kuştin, 9 kes jî birîndar ketin, pêşîkêşekê hûsiyan ê bi navê "Ebû Ammar" û 2 parêzvanên wî li taxa Hasbê, 6 milîtanên hûsî jî li rojhilatê bajêr hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di pevçûnan da 4 endamên HBGê hatin kuştin û 16 kes jî birînda bûn.
Ev çend meh in li Taîzê di navbera hûsiyan û HBGyê da pevçûn dewam dikin.