Haydar Şahin
19 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2021
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê qedexeya seyahetê ya ji ber Kovîd-19ê ya ji herêma Şengenê, Îngiltere, Îrlanda û Brezîlyayê wekî ku ji 26ê rêbendanê pê va têkeve rewacê rakir.
Trump di adara 2020î da ji bo welatiyên biyanî qedexeya seyahetê ya ji herêma Şengenê, Îngiltere, Îrlanda û Brezîlyayê îlan kiribû nika der berê vê qedexeyê da biryareke teze da.
Trump ji bo rakirina qedexeyê giştîname îmze kir û got ku Navenda Pêşîlêbirîn û Kontrola Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC) ew ê ji 26ê rêbendanê pê va ji kesên tên welêt encama negatîf û testa Kovîd-19ê bixwaze.
Trump got eva xebata CDCyê ji bo pêkanîna ewlehiya tenduristiyê têrê dike, ji vê dîrokê pê va qedexeya li ser van welatan jî ew ê rabe.