Dinya

Li Cerablûs û El Babê dijî rêxistinên terorê operasyon

Li Cerablûs û El Baba ku dikevin bakurê Sûriyeyê, 2 kesên ku li gor nirxandinê têkiliya wan bi rêxistinên terorê DEAŞ û PKK/KCK/PYD/YPGyê ra hene, hatin girtin.

İbrahim Atmaca  | 19.01.2021 - Rojanekırın : 19.01.2021
Li Cerablûs û El Babê dijî rêxistinên terorê operasyon

Gaziantep

 Li Cerablûs û El Baba ku dikevin bakurê Sûriyeyê, 2 kesên ku li gor nirxandinê têkiliya wan bi rêxistinên terorê DEAŞ û PKK/KCK/PYD/YPGyê ra hene, hatin girtin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiya Gazîantebê hat dayîn, di kordînasyona Walîtiyê da li navenda navçeya El Babê û niştewarên li ser wê ku xizmeta şêwirdariyê lê tê dayîn, dijî bersûcên ku di navbera salên 2013-2015an da bi DEAŞa rêxistina terorê ra tevkarî kirine û alîkarî û piştevaniya fealiyetên rêxistina terorê kirine, xebat dan destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da operasyon hat kirin û di operasyonê da M.H.E. hat binçavkirin. Mehkemeyê biryara girtina gumanbar da û ew teslîmî Hepsa El Babê kirin.

Her wiha li Cerablûsa ku bi Herekata Mertalê Feratê ji terorê hat safîkirin, di 20ê berfanbara 2020î da traktoreke ku bi C4ê va 150 kîlo teqemeniya destçêkirî (EYP) hatibû bidestxistin û lêpirsîna ser vê jî dewam dike.

Di vê çarçoveyê da M.E.M.ê ku li gor nirxandinê têkiliya wî bi PKK/KCK/PYD/YPGya rêxistina terorê ra heye, hat binçavkirin. Jêpirsîna bersûc dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın