Haydar Şahin
18 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2020
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji bo gotinên Elî Xamaneyê serokê Îranê yên li ser Amerîka û Ewropayê got, "Dibê haya wî (Xamaney) ji gotinên wî hebe."
Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Qaşo serokê dînî yê Îranê, ji xwe van rojên dawîn qet baş nîne, ji Amerîka û Ewropayê ra hin tiştên nerind gotiye. Aboriya Îranê xirab e û gelê wê êş û janê dikişîne. Dibê haya wî (Xamaney) ji gotinên wî hebe."
Amerîkayê di 3yê rêbendanê da li nêzî Balafirgeha Bexdayê ji hewayê êrîş kiribû û Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê kuştibû. Îranê ji di 8ê rêbendanê da êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê kiribû.