Dinya

Barzaniyê Serokê HKIyê: Di biryara ji Iraqê derxistina hêzên biyanî da bi Kurdan û Siniyan ra neşêwirîn

"Partiyên siyasî yên Şiî bi tena serê xwe biryar dan"

Haydar Şahin  | 17.01.2020 - Rojanekırın : 18.01.2020
Barzaniyê Serokê HKIyê: Di biryara ji Iraqê derxistina hêzên biyanî da bi Kurdan û Siniyan ra neşêwirîn

Istanbul

Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kir ku di biryara Meclisê ya ji welêt derxistina hemû hêzên Amerîkayê û yên biyanî da bi Kurdan û Siniyan ra neşêwirîn.

Barzanî der barê rageşiya di navbera Amerîka û Îranê da, geşedanên dawîn ên li Iraqê û herêmê da daxuyanî da malpera "Al Monîtorê".

Barzanî destnîşan kir ku biryara Meclisa Iraqê piştî rageşiya di navbera Amerîka û Îranê di 5ê rêbendanê da hilda ku hemû hêzên Amerîkayê û yên biyanî ji welêt derxin biryareke rast nîne û wiha pê da çû:

"Dema biryara dan ku hemû hêzên biyanî ji welêt werin dexistin bi Kurdan û Siniyan ra neşêwirîn. Ev bi tenê mînakek e. Bi Kurd û Siniyên parçeyên girîng ên welêt neşêwirîn partiyên siyasî yên Şiî bi tena serê xwe biryar dan. Bêyî konsensusê gavek hat avêtin ev li berevajiyê rihê qanûna bingehîn e. Ev ne nika ne jî ji bo pêşeroja Iraqê baş nîne."

Barzanî got bawer dikin ku li Iraqê hebûna hêzên Amerîkayê û yên biyanî lazimiyek e, Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê jî di heman fikrê da ye.

Barzanî bi ziyareta 11ê rêbendanê ya Hewlêrê ya Ebdilmedî mijar nirxand û got, "Tişta ku me ji Ebdilmehdî fehm kir ew e ku, (bi Amerîka ra) denekevin hemberî hev pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin, formuleke teze bibînin ku Amerîka û hêzên koalîsyonê di pêşerojê da li Iraqê bimînin."

Barzanî got ku Serokwezîr Ebdilmedhî ji ber geşedanan di fikaran da ye û wiha axivî: "Lêbelê ew merivekê pragmatîk e. Li formulekê digere ku ew hêzan li Iraqê bimînin û hebûna wan ji nû va were danasîn."

Barzanî bal kişand ser meneya êrîşa Îranê bi fuzeyên balîstîk bir ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê û destnîşan kir ku Îranê bi vê êrîşê bi eşkeretî îlan kir ku kînga bixwaze dikare êrîşî hemû herêmên Iraqê bike, quweta wê heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın