Önder Beyter
20 Tebax 2020•Rojanekirin: 21 Tebax 2020
Topxaneyên artêşa Îsraîlê li Xeze xistin.
Di daxuyaniya li ser hesabê artêşa Îsraîlê yê Twitterê da hat diyarkirin ku kozikên Hemasê yên li Xezeyê bi topxaneyan hatin topbarankirin.
Hat diyarkirin, êrîşên navborî wekî bersiva "balonên şewatê" ku ji milê Xezeyê tên avêtin, hat kirin.
Hat diyarkirin, di êrîşan da ciyê çavdêriyê yê Tuxayên Îzedîn el-Qesam ku baskê çekdar ê Hemasê ye bû armanc, lê kuştî û birîndar tunene.