Önder Beyter
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
KERKÛK
Tirkmenên ku li bajarê Kerkûkê yê Iraqê dijîn diyar kirin ku ew naxwazin Pêşmerge careke din vegere Kerkûkê.
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) û Parlamenterê Kerkûkê Erşed Salihî di civîna xwe ya çapemeniyê da wiha got, "Tekane berpirsê ewlekariya Kerkûk û dewrûbera wê ya ku di kontrola hêzên Iraqî da ye, ew hêz in ku girêdayî hikûmeta Iraqê ne."
Salihî diyar kir ku ew naxwazin ji ber pirsgirêkên ewlekariyê yên li parêzgeha Kerkûkê ku di kontrola hêzên Iraqî da ye û herwiha bajarokê Altunkopru û navçeyên Daqûq û Tûz Xurmatûyê, Pêşmerge tevlî mijara ewlekariya deverên navborî bikin û wiha got, "Em naxwazin bi hinceta pirsgirêkên ewlekariyê va hêzên cuda li vir werin bicihkirin."
Salihî bal kişand ku bi tenê gelê Kerkûkê dikare hemû pirsgirêkên xwe di navbera xwe da çareser bike û wiha dewam kir:
"Kerkûk mijareke wisa nîne ku di navbera Bexda û Hewlêrê da were çareserkirin. Qewimînên li Kerkûkê wê bi aştî û lihevkirina Tirkmen, Ereb û Kurdên li Kerkûkê werin çareserkirin."
Ji aliyekî din va jî Berdevkê ETIyê Elî Mehdî bertek nîşanî wê yekê da, ku ji ber nakokiya Bexda û Hewlêrê bi milyonan dolar dahata nefta Kerkûkê di bankeyên Hewlêrê da cemidandî ne.
Mehdî wiha dewam kir, "60 milyon dolar dahata nefta Kerkûkê ev salek e di bankeyên Hewlêrê da hatiye cemidandin ku ev neheqî ye. Niha herî zêde pêwîstiya hikûmeta herêmî ya ku li deverên rizgarkirî dest bi xebata îmar û avadaniyê kir, bi vî pereyî heye."