Dinya

"Tirkmenên ji Telaferê dixwazin vegerin malên xwe"

Malbatên tirkmen ên ji Telaferê ku ji ber êrişên DEAŞa rêxistina terorî reviyabûn xwe spartin bajarê Kerkûkê niha dixwazin vegerin malên xwe

Abdullah Tel  | 03.09.2017 - Rojanekırın : 04.09.2017
"Tirkmenên ji Telaferê dixwazin vegerin malên xwe"

Baghdad

KERKÛK

Malbatên tirkmen ên telaferî ku ji ber êrişên DEAŞa rêxistina terorî reviyan û xwe spartin bajarê Kerkûkê niha dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe.

Çavên tirkmenên ji Telaferê ku ev bi qasî 3 salan di kampa penaberan a li gundê Yehyawayê ku bi hevkariya Heyva Sor a Tirkiyeyê, Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) û Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) hat avakirin da dijîn li benda roja vegerê ne.

Malbatên tirkmen bi wê hêviyê li roja benda vegera xwe ne.

Mixtarê goma Iyaziyye ya ser Telaferê Mistefa Kasap daxûyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ev eydî li gor eydiyên din ji bo me cihê ye lewra Telafer hat rizgarkirin û em jî dixwazin vegerin malên xwe."

- "Emê malên xwe nebînin"

Kasap destnîşan kir ku ji ber şer û pevçûnên qewimîbûn xaniyên wan bi piranî hilweşiyane û wiha dewam kir: "Em dixwazin vegerin lê malên me piranî hilweşiyane. Dema em vegerin emê xaniyên xwe nebînin. Lazim e binesaziya Telaferê ji nû va bê çêkirin û xanî ji serî da bên avakirin."

Galîp Mistefayê ji Telaferê jî got: "Heke em îro vegerin malên xwe ev yek ji sibê çêtir e."

Piraniya telaferî dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe û dibêjin ku bila mayinên DEAŞê li bajêr bi cih kirine jî demildest bên derxistin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.