Muhammet Kurşun
03 Îlon 2017•Rojanekirin: 04 Îlon 2017
ANKARA
Serokê Emrîkayê Donald Trump, ragihand ku; "Koreya Bakur ceribandineke nukleerî kiriye. Gotin û hereketên wê ji bo Emrîkayê bitalûke ne û dijminkarî ne."
Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniya li ser Koreya Bakur da û wiha got:
"Koreya Bakur dewleteke heydût e. Ev dewlet ji bo Çînê jî bitalûke û cihê şermê ye. Koreya Başûr jî, wek min ji wan re got hevdîtinên aştkirina Koreya Bakur bi kêrî tiştekî nayên. Ew tenê ji tiştekî fêm dikin."