Ömer Tuğrul Çam
24 Sibat 2023•Rojanekirin: 25 Sibat 2023
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir bi Serokomar Erdogan ra li hev kirine ku di nava meha Adarê di navbera Tirkiye, Swêd û Finlandiyayê da li baregeha NATOyê ya li Brukselê civîneke sêalî bikin.
Stoltenberg û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen bi wesîleya Roja Serxwebûnê ya Estonyayê çûn serdana Estonyayê.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li paytext Tallînnê tevî Serokwezîra Estonya Kaja Kallas û Ursula von der Leyenê di daxuyaniya hevbeş ya sêalî da axivî.
Stoltenberg diyar kir hefteya borî di serdana li Enqereyê da bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra li hev kirine ku di nava meha Adarê di navbera Tirkiye, Swêd û Finlandiyayê da li Brukselê civîneke sêalî bikin.