Türkan Tosun
20 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2018
HESEKE/ANKARA
Piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê bi dehan tirên Amerîkayê yên berê ji YPG/PKKya rêxistina terorê ra çek dibirin, ji welêt derdikevin.
Li Sûriyeyê duh şev piştî biryara Amerîkayê li ser sînorê Iraqê çûyîn û hatin zede bûn, tirên sergirtî yên Amerîkayê yên ku berê ji YPG/PKKya rêxistina terorê ra çek û muhimat dibirin ber bi Iraqê va çûn.
Tirên berê sewqiyat dikirin û ser wan vekirî bûn vê carê dema vedigerin Iraqê ser wan girtiye.
Konvoya tiran piştî ceyran çû dest bi çûyînê kirin û jê hinek servekirî bi rê ketin. Di tirên servekirî da makîneyên kar û alavên mayinan paqij dikin hebûn.
- Biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê
Medyaya Amerîkayê serê sibê gotibû Artêşa Amerîkayê difikire 2 hezar eskerên xwe yên li Sûriyeyê bi tevahî paşve vekişîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha gotibû: "Di heyama Serokatiya min da tekane sedema hebûna me ya li Sûriyeyê DEAŞ bû û me ew têk bir."
Berdevka Qesra Spi Sarah Sandersê jî wiha gotibû: "Di têkoşîna dijî DEAŞê da em derbasî heyameke nû bûn û me dest pê kir em Eskerên Amerîkayê paşve dikşînin."
Medyaya Amerîkayê di nûçeyên xwe da rayedarên Wezareta Karên Derva wek çavkanî nîşan dabûn û gotibûn Wezareta Karên Derva hemû xebatkarên xwe wê di nav 24 saetan da bikşîne, eskerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê jî wê di navbera 60 û 100 rojan da vekişin.
Pirsên wek gelo eskerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê wê kîngê vekişin, têkiliya Amerîka û YPG/PKKya rêxistina terorê wê çawa be, Amerîka wê li ser soza xwe bimîne ku çek û muhimatên daye rêxistinê gelo wê berhev bike hê bê bersiv in.