Abdullah Tel
20 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2018
ÎSTANBUL
Adil Heseniyê li Yêmenê yek ji rêvebirên Hêzên Liberxwedana Başûr e li ser êşkenceyên ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb di girtîgehên Yêmenê da dike, axivî.
Hesenî beşdarî bernameya Bila Hudud (Bêsînor) a di qanala El Cezîreyê da hat weşandin bû, der barê êşkence û sûîqastên ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb li girtîgehên bajarên başûrê Yêmenê û di bin kontrola hikûmetê da ne kir.
Di axaftina xwe da Hesenî destnîşan kir ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb paytexta berwext Aden di serî da li girtîgehên bajarên başûrê welêt veşartî ne da êşkenceyê dike û ji yê rastî wan êşkenceyan yek jî ew bi xwe ye.
- Girtîgehên tijî hovîtî yên Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb
Hesenî got ku wî di tebaxa sala 2016an da ji ber bi yekîneyên Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ra bo tesfiyekirina Şêx Ehmed Salih Îsayê alîkarê midûrê ofîsa Serokomar Abdurrabbû Mansûr Hadî da cih negirtibû hat binçavkirin û sewqî girtîgeheke veşartî kirin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Hesenî destnîşan kir ku hemû xebatkarên girtîgehên veşartî yên Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb yan welatiyê wan in û yan jî ji Kolombiyayiyan hildibijêrin û tu kesekî ji Yêmenê hilnadin nav xwe û wiha dewam kir: "Li wan girtîgehan lêdan, kutan, îşkenceya bi ceyranê, geflêxwarinên wek destdirêjiyê heta li qazoxa xistin jî heye û mehkûmên ji ber wan êşkenceyan can didin jî ji hucreyê tên derxistin. Ez dizanim ku Seîd ed-Dewbehî û Şukrî es-Saqaf jî di nav da 42 kesan dema êşkence li wan dihat kirin can da."