Haydar Şahin
24 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Rêvebiriyên Bexda û Hewlêrê hetani ji vir salek berê ji ber hin hincetan berê guleyan di hevdu da kiribûn û hatibûn asta pevçûnên navxweyî lêbelê ji ber jestên rêveberiya Bexdayê pirsgirêkên di navbera wan da di meheke dawîn çareser dibin.
Masûd Barzaniyê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yê berê pêr derkete ziyareta Bexdayê û Necefê, bi rayedarên payebilind ên hikûmeta Iraqê û serokên partiyan ra hat ba hev.
Barzanî Bexda ziyaret kir û di çapemeniya herêmî û navneteweyî da hat nirxandin ku piştî referanduma 25ê îlona 2017an têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê da xirab bibûn êdî hatin asteke din.
Piştî ziyareta Bexdayê di medyayê da wekî tesbît hat gotin ku "Barzanî nêzî Bexdayê disekine ku di hikûmeta teze da destê xwe xurt bike". Wekî mayîn tê gotin ku serokê Kurd ji bo nîşan bide ku cihêkar nînin, polîtîkaya lihevkirinê diparêzin û pozisyona xwe mihefeze bike derkete vê ziyaretê.
Piştî vê ziyaretê hat gotin ku Barzaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê hêzeke girîng hildaye destê xwe ji bo çareseriya pirsgirêkan Bexdayê wekî navnîşan xuya dike.
- Beriya ziyareta Bexdayê hin geşedanên rageşî kêmkirin
Li Iraqê di 12ê adarê da hilbijartina giştî hat kirin. Hikûmet bi destê Heyder Ebadiyê Serokwezîr nehat avakirin bi destê Adil Ebdilmehdiyê siyasetmedarê Şiî yê serbixwe hat avakirin. Têkiliya Ebdilmehdî bi Barzanî û partiyên li Herêma Kurdistana Iraqê ra baş e, di hikûmeta teze da 2 wezaret da PDKyê.
Di dewsa Ebadî da Ebdilmehdî hat hilbijartin, Kurdan di hikûmetê cî girtin û ev jî ji bo herdu aliyan bû rûpeleke teze.
Rewşa duduyan ku bû sedema başbûna têkiliyan jî mueyîdeya Amerîkayê di 5ê mijdarê da dabû ser Îranê ye ku ji ber vê, petrola Kerkûkê dîsa ser xeta Herêma Kurdistana Iraqê ra derbasî Bêndera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bû.
Beriya ku Barzanî Bexdayê ziyaret bike heyeteke ji Wezareta Bazirganiyê Hewlêr ziyaret kir. Li ser daxwaza Herêma Kurdistana Iraqê gumrika li sînor hat rakirin.
- Barzanî û Salihî li ser pêşeroja Kerkûkê axivîn
Mesûd Barzanî di çarçoveya temasên li Bexdayê da bi Eşref Salihiyê Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê ra hat ba hev.
Civîn ji çapemeniyê ra girtî hat kirin, Salihiyê serokê Tirkmen piştî civînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi Barzanî ra li ser pêşeroj, îdare û ewlehiya Kerkûkê axivîn.
Salihî destnîşan kir ku hikûmeta navendî ya Iraqê di cotmeha 2017an da kontrola Kerkûkê hilda destê xwe di civînê da li ser îdiayên dibêjin pêşmergeyên ji Kerkûkê derketibûn ew ê dîsa vegerin bajêr axivîn û wiha pê da çû: "Barzanî ji me ra got ku niyeteke wan a wekî pêşmerge vegerin Kerkûkê tune ev di rojeva wan da jî nîne. Em ji ber vê rewşê memnûn bûn."
Salihî ji bo mekanîzmaya ewlehiya bajêr wiha axivî: "Me xeberda ku hêza ewlekariya Kerkûkê pêk bîne dibê ji hemû aliyan pêk were. Ev projeyame jî bû."
Salihî got wek mayîn bi Barzanî ra li ser şiklê rêveberiya herêmî ya Kerkûkê axivîne.
Salihî got Barzanî jî naxwaze Kerkûk bi destê aliyekî were birêvebirin, dibê hemû aliyên li Kerkûkê tevlî rêveberiyê bibin û wiha pê da çû: "Daxwaza me ew e ku Kerkûk bi destê hemû Kerkûkiyan were rêvabirin û îdarekirin."
Barzanî di ziyareta xwe da bi Hadî Amiriyê serokê Koalisyona Bînayê û ji fermandarên Heşdî Şebiya ku ketibû Kerkûkê ra hat ba hev.
Barzanî bi Amirî ra civîna çepemeniyê li dar xist û got armanca hatina wî ya Bexdayê ji bo pêşxistina pêewlebûnê û serastkirina şaşiyên berê ye.
Li gor xenerên medyaya nêzî Herêma Kurdistana Iraqê serokên Şiî ji Barzanî xwestin ku bira ji bo pêşxistina têkiliyên qewîn li Bexdayê ofêsekê veke.
Serokê Giştî yê PDKyê di ziyareta Bexdayê da bi Berhem Salihê Serokomarê Iraqê yê nûnerê payebilind ê li Bexdayê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ra nehat ba hev.