Abdullah Tel
24 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
TAHRAN
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî sazîbûna Neteweyên Yekbûyî (NY) rexne kir û got: "Çeka kê serdest be, ji bo kuştin û serobinkirinê xurt be ew xwedî vetoyê ye. Ev pergala piştî Şerê Cîhanê yê 2yemîn bû."
Rûhanî li paytext Tehranê di Konferansa Wehdetê ya 32yemîn a ji welatên Îslamê siyasetmedar, alim û mele beşdar bûn da axivî û sazîbûna NYê rexne kir.
Serokomarê Îranê destnîşan kir ku ew şer û gelemşeya ya niha di navbera wan Amerîka û welatên Rojavayê da diqewime ji ber axatî û xulamtiyê ye û wiha pê da çû: "Ew azadiyê bi tenê ji bo xwe dixwazin û ji bo yên din jî xulamtiyê maqûl dibînin. Amerîka dixwaze herkes bila wekî Amerîkayê bifikire û rêzê nîşan bide. Sedema sereke ya di navbera me û Amerîka û welatên rojava da jî ev e. Ew wisa bawer dikin ku mezinbûn û serdestbûn girêdayî hêz û qewetê ye lê em jî wisa bawer dikin ku di bingeha vê da wekhevî û edalet û rêzgirtina li hemberî heqên neteweyên din heye û em vê diparêzin."
Di axaftina xwe da Rûhanî destnîşan kir ku NY piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi hêza eskerî va hat damezrandin û wiha dewam kir: "Hêza kê ya eskerî zêde be ew bûye xwedî gotin û heqê vetoyê bidestxistiye. Welatên dinyayê ji bo van 5 welatên hanê heqê vetoyê dan yan wan ev yek bi civakê da qebûlkirin?"
Rûhanî ji bo gelê Erebistana Siûdî jî peyam da û got ku ew Misilmanên li Mekke û Medîneyê ji bo xwe weke xwîşk û bira dihesibînin, ji bo parastina berjewendiyên wan jî li hemberî terorîzm, hêzên mezin û neyarên herêmî jî amade ne ku wan biparêzin.