Çağrı Koşak
16 Mijdar 2022•Rojanekirin: 16 Mijdar 2022
Şewata ku li termînala çûnê ya Balafirgeha Bexdayê derket hat vemirandin.
Li gor xebera ku INAya ajansa fermî ya Iraqê ji Midûriya Parastina Sivîlan ragihand li kafeteryaya termînala çûnû ya Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ya li paytextê derket ji ber sedemeke hê nediyar e şewat derket.
Bi midaxelaya ekîban bi temamî pêşî li şewatê hat girtin û şewat hat vemirandin.
Peywirdaran miadaxeleyî 3 karkerên man bin tesîra dûmanê da kirin, şewatê bandorî rêwiyan nekir.
Hat ragihandin ku ji ber şewatê sefer nehatin betalkirin û sefer di saetên hatibûn diyarkirin da dewam kirin.
Der barê sedema derketina şewatê da agahî nehat dayîn.