Elif Orhan
23 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
ANKARA
Serokê Filistînê Mehmûd Ebas dê di 28ê tebaxê de Tirkiyeyê ziyaret bike.
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Ebas dê di 28ê tebaxê de, bi awayekî fermî Enqereyê ziyaret bike û bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Kalin diyar kir ku Erdogan û Ebas di hevdîtinê de dê li ser mijarên geşedanên dawîn ên li Mescîda Eqsa û Qudsê, pêvajoya aştiyê ya Filistînê û hevdîtinên lihevkirinê ya neteweyî ya Filîstînê bisekinin.