Dinya

Serokê DYAyê Trump: (Îran) Îro binêrin ka çi tê serê van kotiyên dîn

Emirhan Demir  | 13.03.2026 - Rojanekırın : 13.03.2026
Serokê DYAyê Trump: (Îran) Îro binêrin ka çi tê serê van kotiyên dîn

Ankara

Serokê DYAyê Donald Trump gef li Îrana ku ji 28ê sibatê va digel Îsraîlê êrîşan dibin ser, xwar û got, "Îro binêrin ka çi tê serê van kotiyên dîn."

Trump di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gefên nû xwarin.

Trump îdiaya xwe dubare kir ku hêzên deryayî û hêzên bejayê yên Îranê têk çûne û îdia jî kir ku ewê îmhekirina mûşek, drone û wesayitên din ên di destê Tehranê da bidomînin.

Trump got, "Hêzeke me ya çek a bê hempa, muhimateke me ya bê sînor û demeke me ya gelek heye. Îro binêrin ka çi tê serê van kotiyên dîn."

Trump got, "Ewên ku ev 47 sal e însanên bêguneh dikuştin, îro weke bersivekê em wan dikujin. Ev şerefeke mezin e."

- Ew difikire ku Rêberê Dînî yê Îranê yê nû Mucteba Xameneyî sax e

Trump di hevpeyvîneke digel qenala Fox Newsê da ku hê bi tevahî nehatiye weşandin, li ser Rêberê Dînî yê Îranê yê nû Mucteba Xameneyî jî axivî.

Trump diyar kir ku ew bawer dike ku Xameneyî sax e û got, "Ez di wê fikrê da me ku wî zirar dîtiye, lê dibe ku ew sax be."

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Îsmaîl Beqayî di bersiva pirseke li ser rewşa rêberê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî da got, "Ew birîndar e lê baş e."

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî tevî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li herêmê di serî da Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî û Behreynê kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da tevî Rêberê Dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Li gorî rayedarên Îranî, di êrîşên DYA û Îsraîlê da zêdetir ji 1348 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 17 hezar kes jî birîndar bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.