Tuğçenur Akgün
04 Tebax 2023•Rojanekirin: 04 Tebax 2023
Bi îdiaya ku li Amerîkayê di hilbijartina serokatiyê ya 2020î da encamên hilbijartinê ji bo xwe guherandiye, lêpirsînên "Avêtina ser Kongreyê ya 6ê Rêbendanê" tên meşandin. Di çarçoveya lêpirsînan da Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump tê sûcdarkirin. Trump ji bo ku di mehkemeyeke federal da derkeve pêşiya dadger, hat avahiya edliyeyê.
Trump hat avahiya edliyeyê ya Elijah Barrett Prettyman. Ev avahî nêzî avahiya Kongreyê ye. Di 6ê Rêbendana 2021ê da êrîşî vê avahiyê kiribûn.
Li gor saeta herêmî tê payîn ku Trump di 16.00an da derkeve mehkemeyê.
Tê payîn ku Trump sûcdariyên der heqê xwe da red bike.
Serokê berê wê vê carê wekî bersûc were paytext Washington DCyê. Li paytextê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Li pêşiya avahiya mehkemeyê gelekî qerebalix e. Rojnameger ji sibehê va seba şopandina geşedanan sekinîne.