Dmitri Chirciu
03 Tebax 2023•Rojanekirin: 04 Tebax 2023
Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Dmitro Kuleba diyar kir, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tekane pêşeng e ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn li Peymana Korîdora Dexl û Dan a Behra Reş vegerîne.
Kuleba der barê Peymana Korîdora Dexl û Den a Behra Reş da daxuyanî da Ukrinforma ajansa dewletê ya Ukraynayê.
Kuleba bi bîr xist ku Rûsyayê peyman da sekinandin, ji bo ku Putîn li peymanê vegere Ukrayna bi Tirkiyeyê ra di nava têkiliyê da ye.
Kuleba wiha dewam kir:
"Ukrayna ji bo ku Putîn li Peymana Korîdora Dexl û Dan a Behra Reş vegere, bi Erdogan ra di nava têkiliyê da ye. Erdogan jî di vê mijarê da bi Zelenskiy ra di nava têkiliyê da ye. Ev ji bo berjewendiyên her du aliyan e. Erdogan tekane pêşeng e ku Putîn li peymana dexl û dan vegerîne."