Serokomar Erdogan û Eliyev bi merasimê Balafirgeha Navneteweyî ya Laçinê vekir

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev ra bi merasimê Balafirgeha Navneteweyî ya Laçinê vekir.
Serokomar Erdogan û Eliyev qordeleya vekirinê ya balafirgeha nû birîn û paşê mifteyên sembolîk ên balafirgehê teqdîmî her du serokomaran kirin.
Her du serokan bi hev ra poz dan endamên çapemeniyê ku wêne û dîmenên wan bên kişandin.
Erdogan û Eliyev paşê li avahiyê balafirgehê geriyan û ji rayedaran agahî hildan.
Serokomar Erdogan paşê li balafirgehê demekê bi Eliyev ra axivî.
Piştî merasima vekirinê Erdogan û Eliyev li ser otorêya Kelbecer û Laçinê geriyan û li ser pire û viyadukan lêkolîn kirin û ji rayedaran agahî hildan.
Serokomar Erdogan piştî vekirina Balafirgeha Navneteweyî ya Laçinê axivî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê vekirina Balafirgeha Navneteweyî ya Laçinê da wiha got: "Beriya her tiştî Laçin bû xwedî balafirgeheke ewqas mezin ku Azerbeycan bi vê balafirgeha xwe ya sêyemîn va gihîşt asteke xurtir."
Serokomar Erdogan piştî vekirina Balafirgeha Navneteweyî ya Laçinê û beriya ku bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Elîyev ra li otelekê hevdîtineke dualî bike, li ber deriyê otelê daxuyanî da endamên çapemeniyê.
Erdogan got ku balafirgeh bila ji bo Azerbeycanê li ser xêrê be û wiha axivî: "Beriya her tiştî Laçin bû xwedî balafirgeheke ewqas mezin ku Azerbeycan bi vê balafirgeha xwe ya sêyemîn va gihîşt asteke xurtir. Fuzulî, piştî Fuzulî Laçin û bi merasimên ku wê li vir bên kirin va asoya Azerbeycanê wê berfireh bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.