Serokomar Recep Tayyip Erdogan diyar kir, ne mumkin e meriv teqwîmekê bide ka şerê li Ukraynayê dê çiqasî bidome û dê kîngê bi dawî bibe û wiha got, "Bi tenê herdu serok dikarin bêjin ku şer dê çiqasî bidome."
Erdogan li New Yorkê ku ji bo Lijneya Giştî ya 78em a Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, pirsên qanala PBSê ya Amerîkan ên li ser rojevê bersivandin.
Li ser pirsa, Tirkiye amade ye destê xwe ji endametiya Yekîtiya Ewropayê (YE) bikişîne, Erdogan diyar kir ku Tirkiye girîngiyê dide biryarên YEyê û wiha got, "Heke YE biryareke erênî bide, em ê kêfxweş bin. Tirkiye 50 sal e li ber deriyê YEyê tê eglekirin. Em timî bûn welatekî wisa ku têra xwe dike. Tu wextî pêdiviya me bi alîkarî û piştgiriya YEyê çênebû, pêdiviya me bi vê yekê tuneye."
- "Swêd divê sozên xwe yên der heqê terorê da bigire"
Erdogan bal kişand ku Swêd divê sozên xwe yên der heqê terorê da bigire û wiha got, "Em dibînin ku hê jî li kolanên Stockholê terorîst digerin."
Serokomar Erdogan bal kişand ku pêşniyaza beşdariya Swêdê ya ji bo NATOyê dê ji hêla Meclisê were nirxandin û deng li ser were dayîn û wiha got, "Ev, beşek ji rojeva Meclisê ye. Meclis dê di çarçoveya teqwîma xwe da binirxîne. Ev pêşniyaz ji bo dengdayina parlamenteran dê bê pêşkêşkirin."
Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Ji bo pêkhatina vê helbet Swêd divê sozên xwe bigire. Divê derhal fealiyet û xwepêşandanên rêxistinên terorê yên li ser kolanên Stockholmê rawestînin. Swêd wisa dixuyê ku di mewzûetê da guhertin kiriye, lê ev têrê nake."
Erdogan ji bo pirsa, gelo li gorî wî mijarên firotina F-16an a ji bo Tirkiyeyê û endamtiya Swêdê ya ji bo NATOyê têkildarî hev in an na, wiha bersiv da, "Li gorî min divê ne têkildar be. Serok (Joe) Biden diyar kir, di vê mijarê da Kongre dê biryarê bide. Em her tim dibêjin Meclisa me ya Gel ya Mezin ya Tirkiyeyê heye. Yanê parlamento di van mijaran da biryarê dide. Heke parlamento di vê mijarê da biryareke erênî nede, wê demê di vê mijarê da tiştekî bê kirin tune."
Erdogan anî ziman ku di Kongreya Amerîkayê da kesên wek Senator Bob Menendez ewlehiya Yûnanistanê dikin hincet û nahêlin F-16 ji bo Tirkiyeyê bên firotan û wiha axivî: "Bob Menendez Tirkiyeyê nas nake. Wisa xuya dike ku Bob Menendez Tayyîp Erdogan jî nas nake. Dostaniya Tirkiye û Yûnanistanê qedîm e. Tê dîtin ku Menendez li dijî Tirkiyeyê tevgereke dijminatiyê nîşan dide û hewl dide me bikşîne nîqaşa ku bi xwe hilbijartiye. Lê em ê nekevin tûşa wî. Dostaniya me ya bi Yûnanistanê ra wek ku wisa tê zenkirin nîne, cuda ye."
Der barê rexneyên hin senatorên Amerîkî yên ku dibêjin di şerê Ukrayna û Rûsyayê da Tirkiye çima wek YE û endamên NATOyê dijî Rûsyayê mueyîdeyan nake da jî Erdogan wiha axivî: "Endamên YEyê çi bikin ma em ê jî wê bikin? Cihê Tirkiyeyê li dinyayê cuda ye, ya welatên YEyê cuda ye. Rûsya cînarekî me yê herî nêzîk e û dîrokeke me ya hevpar heye."
Serokomar Erdogan anî ziman ku bi serkêşiya Tirkiyeyê Hewldana Dexl û Dehn ya Behra Reş çêbû û 33 milyon ton dexl û dehn hat îxrackirin û wiha got: "Ji bo ku YEyê xwest me nekir, ji ber berpirsyariya mirovahiyê me kir."
Li ser pirsa "Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn çima dîsa Hewldana Dexl û Dehn ya Behra Reş nekir rewacê da jî Erdogan wiha got: "Me ji wî (Putîn) rica kir û wî jî got ewê milyonek ton dîsa bişîne."
- "Ez baweriya xwe çiqasî bi Rojava tînim, ewqasî jî bi Rûsyayê tînim"
Erdogan daxuyand ku Putîn gotiye îxracata dexl û dehn wê heman dest pê bike û ew jî geşedanan dişopîne.
Li ser pirsa "Hûn baweriya xwe bi Putîn tînin, gelo ew ê li ser soza xwe bisekine?" Erdogan wiha axivî:
"Ji bo ku baweriya xwe (bi Putîn) neynim, tu sedem tuneye. Meriv çi qas bi rojava bawer be, bi qasî wê jî bi Rûsyayê bawer e. 50 sal e YE me li ber deriyê xwe dide sekinandin. Ez vê gavê baweriya xwe çiqasî bi Rojava tînim, ewqasî jî bi Rûsyayê tînim."
Li ser pirseke ku Putîn peymana dexl û dehn di şerê Ukraynayê da wekî avantaj bi kar tîne û meriv nikare baweriya xwe bi pêşengiya wî bîne jî Erdogan wiha got, "Ez wisa nafikirim. Nîvekî xaza me ya siruştî ji Rûsyayê tê, ev jî tê wê meneyê ku em piştevaniya hev dikin. Em gavên hevpar diavêjin û di qada sanayiya parastinê da jî em tevkariyê dikin. Em dikarin van bi Rûsyayê ra bikin."
Erdogan der heqê şerê Ukraynayê da wiha got, "Ev şer wê dirêj be û zûtirî xelas nabe. Em dixwazin pir hêvîdar bin. Birêz Putîn jî di eslê xwe da dixwaze ev şer demildest kuta bibe. Ez tenê li gor gotinên wî vê dibêjim, Birêz Putîn dixwaze ev şer demildest kuta bibe. Gotinên wî ev in û ez baweriya xwe bi gotinên wî tînim."
Erdogan destnîşan kir, ne pêkan e ku meriv dema şerê Ukraynayê tayîn bike û wiha dewam kir, "Tenê her du pêşeng dikarin bêjin ku şer wê çiqasî dewam bike."
Erdogan li ser pirsa xêra têkiliyên bi Rûsyayê ra yan xêra têkiliyên bi Amerîkayê ra ji Tirkiyeyê ra zêdetir heye jî wiha bersiv da:
"Ji ber vê yekê, ev pirsek e ku pêwîst e ji serokê siyasî neyê pirsîn. Ji ber ku têgihiştina min a siyasetê, bi qasî ku pêkan e, li ser çarçoveyek li ser bingeha senaryoya 'qezenc-qezenc'ê ye ji bo her welatekî li seranserê cîhanê ye. Têkiliyên min ên bi Amerikayê ra jî dê bi Rûsyayê ra jî baş bin. Ez ê têkiliyên xwe yên bi welatên Yekîtiya Ewropayê ra bi heman nêzîkatiyê, bi nêzîkatiya qezenc-qezencê bidomînim."
Di bersiva pirsa "Bi îdiaya ku li Tirkiyeyê "girtinên astbilind" ên wekî Sedef Kabaş, Osman Kavala û Selahattin Demirtaş hene, "Hûn hewl didin van kesan bêdeng bikin? Hûn ji kesên mijara gotinê tehdîd dibînin?" Erdogan got, "Çima ev yek we ewqas eleqedar dike? Tirkiye dewleteke hiqûqê ye. Di dewleta hiqûqê da biryarên wiha ji aliyê darazê va tên dayîn. Eger darazê di vî warî da biryar dabe, bila rêz li vê biryara darazê bê girtin. Ez ne di wê rewşê da me ku li ser navê darazê biaxivim. Ev kesê ku we behsa wî kir (Kavala) fînansorê protestoyan bû."
Serokomar Erdogan dubare tekezî kir ku biryar ji aliyê dadweriyê va tên dayîn û der barê wan dozan da wiha got: "Ez bi wan ra mijûl nabim."
Erdogan anî ziman ku Selahattin Demirtaş terorîst bû û bû sedema mirina zêdetirî 200 kesan û ji ber vê yekê jî darazê biryarek da û piştî ku pêşkêşvanê bernameyê gotina wî birî got, "Mafê te tuneye ku tu peyva min qut bikî. Tê rêzdar bî, tê rêzê li biryara darazê bigirî."
Serokomar Erdogan got, "Ma daraza Amerîkayê daraz e lê daraza Tirkiyeyê ne daraz e? Hûn mecbûr in rêzê ji daraza Tirkiyeyê ra jî bigrin."
Erdogan li ser pirsa rojnamegerên ku tê îdiakirin li Tirkiyeyê girtî ne ev bersiv da:
"Heger wan piştgiriya terorê kir, li ku dera cîhanê dikarin bijîn an bi azadî tevbigerin ger piştgiriya terorê bikin? Ev kes piştgiriyê didin terorê û der barê van kesan da daraz biryarê dide."
Erdogan destnîşan kir ku gelê Amerîkayê nûçeyên li ser Tirkiyeyê dişopîne û tekezî li girîngiya wê yekê kir divê medyaya Amerîkî der barê Tirkiyeyê de nûçeyên qewî û rast çêke.
news_share_descriptionsubscription_contact
