İbrahim Atmaca
14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
KUVEYT
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji aliyê Mîrê Kuweytê Şêx Sabah el-Ehmed el-Cabir es-Sabah va bi merasima fermî va hat pêşwazîkirin.
Merasim li Qesra Beyanê hat kirin û sirûda her du welatan hat xwandin.
Serokomar Erdogan û Şêx Sabah piştî ku heyetên xwe ji hev ra teqdîm kirin, derbasî hevdîtinan bûn.
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Ciwanî û Sporê Osman Aşkin Bak, Wezîrê Xida, Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş, Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu, Wezîrê Gîhandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî beşdarî merasimê bûn.