Fatih Gazioğlu
28 Hezîran 2019•Rojanekirin: 29 Hezîran 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî Lûtkeya Serokan a G20î bibe li Japonyayê.
Serokomar Erdogan di çarçoveya lûtkeyê da beşdarî panelên "Aboriya Kurewî" û "Bazirganî û Veberhênan" bû û piştra xwarin xwar.
Hevdîtin û xebatên Serokomar Erdogan li Osakaya bajarê Japonyayê dest pê kir.
Serokê Heyema Lûtkeya Serokan a G20î û Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe pêşwaziya serokan kir. Abe li Navenda Fûara Osakayê ya INTEXê bi serokan ra yek bi yek eleqedar bû.
Serokomar Erdogan beşdarî kişandina wêneya malbatê ya G20î da bû.
Serokomar Erdogan di dema kişandina wêneyê da li rêxe Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Joko Wîdodoyê Serokê Dewleta Endonezyayê sekinî.
Serokomar piştî merasima wêneyê beşdarî çalakiya "Aboriya Dijîtalê" bû.
Serokomar beriya xwarinê li ser piya bêhnekê bi Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re sohbet kir.
Di dema sohbetê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak jî amade bûn.