Elif Orhan
27 Hezîran 2019•Rojanekirin: 29 Hezîran 2019
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî birêvebiriya Îranê sûcdar kir ku di pêvajoya piştî şoreşê da dijî malbatên kesên sûcdar yên siyasî ku hatin darvekirin polîtîkaya tehdîd, tacîz û bêzarkirinê dişopîne.
Rêxistinê ji ber "Roja Piştevaniyê ya Navneteweyî ya bi Mexdûrên Êşkenceyê ra" daxuyaniyek weşand û got ku Îran Peymana Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îxlal dike.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku daxwaza edaletê ya malbatên kesên sûcdar yên siyasî ku di sala 1988an da hatin darvekirin nehat bersivandin û wiha hat gotin: "Rayedarên Îranî endamên malbatên bi hezaran mehkûmên ku di sala 1988an da winda bûn û bêdarizandin hatin înfazkirin bi sepanên bêrehm hedef digire û bi awayekî sîstematîk qanûna êşkence û miameleya xirab binpê dike. Endamên malbatan ên ku li rastî û edaletê digerin rastî tehdîd, bêzakirin û êrîşan tên."
- Darvekirinên sala 1988an
Birêvebiriya Îranê di sala 1988an da dest bi pêvajoya tesfiyekirina komên sosyalîst û komunîst kiribû ku dijî rejima Şah bi hev ra hereket kirin. Pêvajoya tesfiyeyê di tîrmeha 1988an da dest pê kiribû û 5 mehan dewam kiribû û ji rêxistinên sosyalîst û mensûbên partiyên komunîst ên cuda yên ku li Îranê fealiyet dikirin bi hezaran kes hatibûn darvekirin.
Ehmed Muntazarî qeyda dengê bavê xwe Ayetullah Huseyîn Elî Muntazariyê ji alimên dînî yên mezin ên şoreşê ya der bar hikmên darvekirinên komî da di sala 2016an da li ser çapemeniya civakî parve kiribû.
Di qeyda dengê da Ayetullah Muntazarî diyar dike ku hikmên înfazê yên ku bi telîmata Ayetullah Xumeyniyê serokê şoreşê hatin dayîn ne li gor hiqûqa Îslamê ne û darvekirinan wekî "cinayeta herî mezin a Komara Îslamê ya Îranê" bi nav dike.
Ehmed Muntazarî di sermaweza 2016an da bi sûcdarkirinên "fealiyeta dijî ewlehiya neteweyî", "weşandina qeyda deng a veşartî" û "dijberiya rejimê" 21 sal cezaya hepsê xwaribû.