Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Central Parkê demekê meşiya.
Erdoganê ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya 77emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe li Amerîkayê ye li Central Parka New Yorkê hinekî meşiya.
Balyozê Washingtonê yê Tirkiyeyê Hasan Murat Mercan û Nûnerê Daimî yê Neteweyên Yekbûyî yê Tirkiyeyê Balyoz Ferîdun Sînîrlioglu jî li cem Erdogan bi wî ra meşiyan.
Hin kesên eleqe nîşanî Erdogan dan bi wî ra sohbet kirin û wêne dane kişandin.
Kesekî rûniştî hat cem Erdogan û ji ber rola wî ya qeyrana Ukraynayê spasiyên xwe pêşkeşî wî kir.
Erdogan ji kesên hatin cem wî ra pêşniyaz kir ku bila cixareyê nekşînin.
Serokomar Erdogan îro wê nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên Tirk qebûl bike û wê beşdarî xwarina Komîteya Beralîkirina Neteweyî ya Tirk û Amerîkiyan bibe.