Merve Yıldızalp
14 Hezîran 2024•Rojanekirin: 14 Hezîran 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi balafira taybet "CAN"ê ji bo beşdarbûna Lûtkeya Lîderên G7ê gihişt bajarê Brindîsî yê Îtalyayê.
Serokomar Erdogan li Balafirgeha Brindîsiyê ji aliyê Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Balyozê Tirkiyeyê yê li Romayê Omer Gocuk û Balyozê Tirkiyeyê yê li Vatîkanê Ufuk Ulutaş digel rayedarên balyozxaneyên li Roma û Vatîkanê hat pêşwazîkirin.
Digel Serokomar Erdogan hevjîna wî Emîne Erdogan, Serşêwirmendî Polîtîkaya Derva û Ewlekariyê yê Serokomariyê Balyoz Akîf Çagatay û Alîkarê Serokê Ragihandina Serokomariyê Çagatay Ozdemîr jî gihiştin Îtalyayê.
Serokomar Erdogan dê li Îtalyayê beşdarî rûniştina astbilind a bi mijara Afrîka û Deryaya Spî, Enerjî û Hişê Çêkirî ya Lûtkeya Lîderên G7ê bibe, dê di fotografên malbatî da cih bigire û komelek hevdîtinên dualî li dar bixe. Piştra jî wê beşdarî çalakiyên çandî û şîva nefermî bibe.