Sefa Mutlu
07 Îlon 2022•Rojanekirin: 07 Îlon 2022
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gora Aliya Îzzetbegovîçê Serokomarê ewil ê Bosna-Hersekê ziyaret kir.
Erdogan di nav rojê da li Saraybosnayê beşdarî hin bernameyan bû û hat Şehîdiya Kovaciyê. Erdogan vir kulîlk danî ser Bîrdariya Eskerê Meçhul û ber bi gora Îzzetbegovîç va meşiya.

Erdogan piştî ku kulîlk danî gora Îzzetbegovîç îcabetî diayê Alî Erbaşê Serokê Kar û Barên Diyanetê kir.
Şefîk Caferovîçê Serokê Konseya Serokatiya Dewletê ya Bosna Hersekê, Bakîr Îzzetbegovîçê endamê Boşnak û Dîwana Serokatiya Meclisa Gelan a Bosna Hersekê û heyeta Tirkan di ziyareta Erdogan da pê ra bûn.

Erdogan ji şehîdiyê heta avahiya nû ya Yekîtiya Îslamê ya Bosna-Hersekê (Riyaset) meşiya û gelê Bosna-Hersekê eleqeyeke mezin nîşanî Erdogan da.
Serokomar Erdogan bi kesên hezkirina xwe nîşan dan ra wêne kişand û bi wan ra sohbet kir.