Ahmet Aydın
27 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2020
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û digel Serokomarê Gambiyayê Adama Barrow civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist.
Serokomar Erdogan derbarê Libyayê wiha got, "Daxuyaniya berdevkê Hefter ku gotibû 'pêvajoya li Libyayê di serê namlûyê de ye' gelekî watadar e. Ev nîşan dide ku derdekî Hefter weke agirbestê, aşitiyê tune ye. Em hêvîdar in yê ku hatin Berlînê ev gotin bihîstin û li gorî vê tevbigerin."